Heyeta xwest biçe Kerboranê rastî astengiya leşkerên Tirk hat
Heyeta ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de ya ku li dijî êrîşên li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hewl dan bikevin navçeyê, rastî astengiya leşkerên Tirk hat.

Heyeteke ku Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û HDP’yî jî di nav de li hember qedexeyên kolanan û êrîşên li navçeya Kerboran a Mêrdînê didomin ber bi navçeya Kerboranê ket rê.
Lê, heyet li gundê Serdê (Altiyol) ji aliyê leşkeran hat sekinandin. Gulser Yildirim li hember astengiya leşkeran bertek nîşan da, bal kişand ku ev bûyer tevahî bê hiqûqî ne, wiha got: “Ev axa me ye û hûn li hember hatina me ya li ser axa me dibin asteng.”
Yildirim destnîşan kir ku li dijî gelê Kurd şerekî fîîlî tê meşandin, wiha berdewam kir: “Li vir axaftina Walî û Qeymeqam pere nake, leşker û polîs daxivin. Ji ber vê jî parlamenterên ku ji vî gelî ji sedî 90 deng girtiye nikare bikeve navçeyê. Wê hesabê van bê pirsîn, dîrok wê van tevahî binivîse. Em nizanin bê ka çi li hundir diqewime. Em dixwazin cenazeyên xwe, birîndarên xwe wergirin.”
Piştî daxuyaniya Yildirim, heyetê nîv saetê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di heman demê de leşkeran xwestin dayikan binçav bikin, lê welatiyan destûr nedan.
Piştî çalakiya rûniştinê, heyet ber bi Nisêbînê ya qedexeya kolanan lê didome, ket rê.