Sariyildiz: AKP taktîka dagirkeriyê ya DAIŞ'ê bi kar tîne!

Li Cizîrê, beriya "qedexeya derketina derve" ya vê şevê bikeve meriyetê, bi rêya SMS'ê bang li karmendên dewletê hat kirin ku navçeyê biterikînin. Cizîrî jî wê careke din li nava malên xwe bên ragirtin.

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz destnîşan kir ku AKP bi taktîka dagirkeriyê ya DAIŞ'ê êrîşî Kurdistanê dike. Sariyildiz bibîr xist, ku beriya "qedexeya derketina derve" ji hemû karmendên li navçeyê hatiye xwestin, ku navçeyê biterikînin û got, "Niyeta wan gelekî nebaş e". Sariyildiz ev bang li gel kir: "Gelê me yê li cihên derveyî qedexeyan dijî, divê rabe ser piyan û li dijî van polîtîkayên hov derkeve."

Li Cizîrê, beriya "qedexeya derketina derve" ya vê şevê bikeve meriyetê, bi rêya SMS'ê bang li karmendên dewletê hat kirin ku navçeyê biterikînin. Cizîrî jî wê careke din li nava malên xwe bên ragirtin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê "qedexeya derketina derve" ya ji saet 23:00 ê vê şevê û pê ve li Cizîrê careke din bikeve meriyetê, daxuyaniyek da.

Sariyildiz ji ANF'ê re peyivî û da xuyakirin ku dewletê karmendên xwe ji navçeyê derxistiye û gelê ku weke 'terorîst' dibîne, dorpêç kiriye.

Sariyildiz got, "Pêwîste bûyerên dawî yên li Silopiya û Cizîrê li dijî gel tên kirin, weke helwestanên bi rêbaza DAIŞ'ê werin nirxandin. Weke ku tê zanîn DAIŞ di destpêkê de derdorê ditirsîne, dûre herêmê ji mirovan xalî dike û piştre dagir dike. Xuya ye despotîzma AKP'ê dixwaze li Kurdistanê komkujiyeke mezin bike. Ji ber ku cara yekê ye ji karmendên ji rojavayê Tirkiyeyê hatine xwest, navçeyê biterikîne. Gelê li Silopiya û Cizîrê mayî jî weke 'terorîst û xeteriya potansiyel dibîne. Lewma xuya ye ku niyeta AKP'ê gelekî nebaş e. Pêwîste gelê me li hemberî vê rewşê, piştgiriya hev bike. Armanca AKP'ê derxistina gel ji cih û warên wan û bi vî rengî qetilkirina zarok û ciwanên gel e. Lê belê divê gelê me xwedî li zarokên xwe derkeve û pêşî li komkujiyan bigire."

'DIVÊ HER DER RABE SER PIYAN, MEŞÊN GIRSEYÎ WERIN LIDARXISTIN'

Sariyildiz bal kişand ser sedema hebûna xendekan û got, "Bêguman divê xendek baş werin fêmkirin. Xendek encam in. Xendek ne sedema vê hovîtiyê ne. Xendek neazîbûna li hemberî neçareserî, înkar û komkujiyê ye. Eger dixwazin xendekan ji holê rakin, bila pêvajoya muzakereyê bidomînin. Ji bo vê jî divê weke sermuzakerevan pêşî li Birêz Ocalan were vekirin. Naxwe ev pêkanîn wê bidome. Bi taybetî dixwazim vê yekê bêjim; gelê me yê li derveyî cihên qedexe lê hene dijîn, girîng e rabe ser piyan û li dijî van polîtîkayên hov û vandalîzma dewletê têbikoşe. Divê gelê me bi hezaran bimeşe. Naxwe wê her roj yek bi yek êrîşî navçe û bajarekî me bikin û gelê me qetil bikin."

'GELÊ ME AMADE YE'

Sariyildiz li hemberî komkujiyên ji aliyê hikûmet AKP'ê ve tê kirin careke din banga serhildana topyekûn li gel kir û got, "Ez niha li Cizîrê me, gel hewl dide ji sûkê pêwîstiyên xwe yên ji bo xwarinê tedarik bike. Gelê me baş dizane ku despotîzma AKP'ê wê bi tundî tevbigere. Bi rojan dibe ku bê ragirtin. Lewma gelê me amadekariyên xwe dike. Gelê me li dijî hovîtiyê amade ye."