Li Amedê çalakî: 4 polîs hatin kuştin
HPG’ê da xuyakirin ku di encama çalakiya li hember polîsên di wesayîta zirxî ya li navçeya Amed Bismilê ya 12’ê Kanûnê de 4 polîs hatin kuştin.
HPG’ê da xuyakirin ku di encama çalakiya li hember polîsên di wesayîta zirxî ya li navçeya Amed Bismilê ya 12’ê Kanûnê de 4 polîs hatin kuştin.
HPG’ê da xuyakirin ku di encama çalakiya li hember polîsên di wesayîta zirxî ya li navçeya Amed Bismilê ya 12’ê Kanûnê de 4 polîs hatin kuştin. Hate diyarkirin ku ev çalakî di serî de Sûr û Nisêbîn ji bo kesên di dema dawî de hatine qetilkirin hatiye lidarxistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, ev gotin: “Li dijî êrîşên li hember gelê me yê li Amed û Mêrdînê yên artêşa Tirk, yekîneyên gerîlayên me çalakiyên bersivdayinê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
DI ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI NISÊBÎNÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
6’ê Kanûnê saet 16.00’an me dabû xuyakirin ku hêzên gerîlayên me yên YJA-Starê li hember wesayîtek zirxî ya Kobra di navbera gundên Kertwên û Arbet ên girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çalakiyek sabotajê li dar xistine û wesayîta zirxî di encam de bi temamî îmha kirine. Li gor encamên gihiştin ber destên me, 6 leşkerên di vê wesayîtê de yên rakiribûn nexweşxaneyê mirine.
LI AMEDÊ LI HEMBER POLÎSÊN DI WESAYÎTA ZIRXÎ DE ÇALAKÎ
Li dijî êrîşên li hember gelê me yên ji aliyê hêzên taybet ên AKP’ê pêk tên, 12’ê Kanûnê saet 00.00’an li hember 4 polîsên di wesayîta zirxî ya li navenda navçeya Bismil a Amedê çalakiyek hat lidarxistin. Di şerekî demkurt de 4 polîs hatin kuştin. Ev çalakî di serî de Sûr û Nisêbîn ji bo gel û ciwanên me yên di pêvajoya dawiyê de hatine şehîdkirin hat lidarxistin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî, bi awayekî sexlem vegeriya bargehên xwe.
ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ SIVÎLAN KIR, 3 BIRÎNDAR
8’ê Kanûnê artêşa Tirk li qada di navbera Midyad, Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê dest bi operasyonekê kiribû. 9’ê Kanûnê wesayîtek sivîl ya li ser rêya gundê Çalê yê girêdayî Nisêbînê û Nisêbînê ji aliyê helîkopterên Kobra yên artêşa TC hatin gulebarankirin. Li gor agahiyên gihiştin ber destên me, di encama vê êrîşî de 3 welatiyên sivîl birîndar bûne.
QEREQOLÊN LI XETA SÎNOR ÊRÎŞÎ QADÊN GERÎLA KIRIN
13’ê Kanûnê saet 13.30-14.30’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; qada girê Xeregol da ber obus û hawanan.
13’ê Kanûnê saet 12.00-13.00’an qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna; girên Şehîd Şoreş û Şehîd Mazlûm da ber obus û hawanan.
13’ê Kanûnê saet 21.00-23.30’an ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Garê, saet 22.00-23.00’an li ser herêma Metîna pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha saet 11.00-11.30’an li ser herêma Zapê, tevgera balafirên şer çêbûn.”