Li Nisêbînê berxwedana li hember êrîşan didome
Li taxên Nisêbînê ku rêveberiya awarte di meriyetê de ye, wek karê yekemîn polîsan bi gulereşandina li trafoyan ve elektrîk qut kirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî saet 16.00'an qedexeya kolanan destpê kir, êrîş zêde bûn. Hêzên dewletê yên elektrîka taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê birîn, bi çekên A4, bombeavêj û çekên otomatîk gel gulebaran dikin. Şêniyên taxê jî li hember van êrîşana berxwedana xwe mezin dikin.
BI DIRÛŞMAN BERSIV TÊ DAYIN
Li 4 taxên di bin êrîşan de ne, gel bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" û "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" bersivê didin êrîşan. Hemwelatî li hewşên xwe û kolanan jî bi lêdana beroşan û tepsiyan deng derdixin û berxwedana xwe mezin dikin. Ji taxan dengê zêde yê teqîn û çekan tê.