KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
MUB êrîşa li Til Temirê şermezar kir
MUB: Em şehîdên Til Temirê ku nîşaneya jiyana hevpar in, bi rêzdarî bibîr tînin û êrîşkaran bi tundî şermezar dikin. Serketin wê bi berxwedan û têkoşîna gelên me bi dest bikeve.
-
-
-
-
Li Nisêbînê ciwanek hate qetilkirin
Di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li Nisêbînê de ciwanê bi navê Huseyîn Ahmet ê Rojavayî hate qetilkirin û zarokê 12 salî Îbrahîm Bulca jî birîndar bû.
-
-
-
-
-
Leşkerên Tirk 5 ciwanên Rojava radestî çeteyan kir
Ji Kantona Efrînê 5 kesên ji heman malbatê ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin, radestî çeteyan hatin kirin. Ji 5 ciwanên ku leşkerên Tirkiyeyê radestî çeteyan kirine ti agahî nayên girtin.
-
Jinan li Wanê şîdeta polîsan têk bir
Li Wanê jinan polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê protesto kir. Polîsan hewl dan çalakiyê asteng bikin, lê bê encam man. Ji amirê polîsan yekî bi gotina ‘qeşmer’ ve heqerat li jinan kir.
-
-
-
Yuksekdag: Hêza me ya herî mezin gelê me ye!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ji bo sersaxiyê çûn serdena malbatên Şerdil Cengîz û Şiyar Salman ên li navçeya Rezan li Amedê hatibûn qetilkirin.
-
Li Amedê berxwedan didome
Li hember qedexeya li Sûrê, li tevahî navçeyên navend ên Amedê jiyan sekinî. Li Baglarê polîsên Tirk bi guleyên rast êrîşî gel dikin.
-
-
-
Li hember terora AKP’ê protesto zêde dibin
Li hember terora hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê protesto didomin. Gel li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daket kolanan, li dijî polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê bertek nîşan da.
-
-
-
-
HPG: Li Amedê 6 tîmên taybet hatin kuştin
Li dijî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê tên lidarxistin. Di çalakiya duh a li navçeya Amed Farqînê de, midûrê şaxê tevgera taybet Ahmet Kabûkçû jî di nav de 6 tîmên taybet hatin kuştin.