Yuksekdag: Hêza me ya herî mezin gelê me ye!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ji bo sersaxiyê çûn serdena malbatên Şerdil Cengîz û Şiyar Salman ên li navçeya Rezan li Amedê hatibûn qetilkirin.

Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji bo sersaxiyê çû serdana malbatên Şerdil Cengîz û Şiyar Salman ên li Amedê hatin qetilkirin. Yuksekdag bang li gelên Tirkiyeyê kir û wiha got: "Em dest bi dest, mil bi mil li ber xwe bidin. Em bibin dengê Cizîr, çavên Sîlopî û dilê Sûrê. Em bibin gav, dil û werektiya dilên mirovên ku li ber xwe didin. Bila hemû Tirkiye bibe wijdana Nisêbîn, Dêrik û Geverê."

Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, ji bo sersaxiyê çû serdena malbatên Şerdil Cengîz û Şiyan Salman ên li navçeya Rezan a Amedê ji aliyê timên taybet ve hatin qetilkirin. 

Yuksek li vir ji bo malbatê sersaxî xwest û wiha got: "Du ciwanên me bi çekên dewletê ve hatin qetilkirin. Çawa ku kujerê Tahîr Elçî dewlet e, kujerê van herdu ciwanên me jî dewlet e. Yên ku li dijî gel şer vekirine dixwazin îradeya gel bişkînin. Duh Davutoglu dibêje 'em ê mal bi mal tax bi tax paqij bikin' ev polîtîkaya qatlîamê ye. Êdî vê yekê venaşêrin."

'HÊZA ME GEL Û BERXWEDANA ME YE'

Yuksekdag jî di axaftina xwe de got ku em di demên dijwar re derbas dibin û di van rojan de heman demê berxwedan jî xurtir bûye û wiha berdewam kir: "Ciwanên me, şehîdên me hemû kes mîrasvanên vî berxwedanêne. Leşker, tank û çekên me tuneye. Hêza me ya herî mezin gelê me û berxwedana me ye. Bi rojan e, bi mehan e yên ku çiya bombebaran dikin niha ji bo ku mal, tax û warên me ji bo ku wêran bikin wekî ku sond xwarine, desthilatdarekî bi vî rengî heye. Yên ku 30 salan nikaribûn serê gel bidin tewandin, bi qetilkirinê dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Îro gelê Kurd îradeya xwerêveberiyê ve li dijî dîktator parastina xwe ya cewherî pêk tîne. Ev rewa ye."

'EM Ê Lİ DİJÎ ZİLMÊ Lİ BER XWE BİDİN'

Yuksekdag destnîşan kir ku li herêmê terora dewletê heye û ev tişt anî ziman: "Li dijî vî terorê parastin rewa ye. Tu kes nikare vê darizîne. Êdî em qanûnên wan ên xera bûne nas nakin. Em xwe dispêrin gelên bindest ên ku xwe diparêzin. Ev berxwedan û exlaqa civakî me li ser piyan digire. Eger hûn bixwazin mal bi mal qetil bikin, em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin. Em ê ti caran ala ciwanên xwe daneynin erdê."

'HETA KU GEL HEBE HÛN Ê NİKARİBİN DÎROKÊ XERA BİKİN'

Yuksekdag destnîşan kir ku li Cizîr, Sîlopî û Şirnexê bi tankan topan dibarînin û li dijî jinên Kurd û ciwanan şer îlan kirine, wiha berdewam kir: "Ev gelê ku ji xwêliya xwe zindî bûye, ji nû ve avakirinê jî dizane. Mal, dibistan, kargeh û mizgeftên me xera dikin. Xwediyê dîrokê gel in. Heta ku gel hebe hûn ê nikaribin vê dîrokê xera bikin."

Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em dest bi dest, mil bi mil li ber xwe bidin. Em bibin dengê Cizîr, çavên Sîlopî û dilê Sûrê. Em bibin gav, dil û werêktiya dilên mirovên ku li ber xwe didin. Bila hemû Tirkiye bibe wijdana Nisêbîn, Dêrik û Geverê. Divê hemû Tirkiye li cem demokrasiyê cihê xwe bigire."

Piştî axaftinan Yuksekdag û kesên pê re çûn serdana malbata Bîrcan Dogan (Kiyan Berxwedan) a YPJ'yî ya li Kobanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû.