MUB êrîşa li Til Temirê şermezar kir

MUB: Em şehîdên Til Temirê ku nîşaneya jiyana hevpar in, bi rêzdarî bibîr tînin û êrîşkaran bi tundî şermezar dikin. Serketin wê bi berxwedan û têkoşîna gelên me bi dest bikeve.

MUB'ê li ser êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê li Til Temirê kirin de daxuyaniyek da û got, "Em şehîdên Til Temirê ku nîşaneya jiyana hevpar in, bi rêzdarî bibîr tînin û êrîşkaran bi tundî şermezar dikin. Serketin wê bi berxwedan û têkoşîna gelên me bi dest bikeve."

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Neteweyî ya Mezopotamyayê (MUB) de hat bibîrxistin, ku li bajarê Til Temir ê li kantona Gozarto, roja 10'ê Kanûnê çeteyên DAIŞ'ê komkujiyeke mezin kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê komkujiyê de 4 jê ji gelê me bi giştî 28 kes hatin qetilkirin û 122 kes jî birîndar bûn. Gelek mal û kargeh xera bûn" û hat destnîşankirin, ku komkujiya Til Temirê ne dûrî bûyer û rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên xwekujî yên bi 3 wesayîtan hatin kirin, di çarçoveya planên hin hêzan de hatine kirin û hat gotin, "Di encama êrîşê hovane yên Sibata vê salê yên li herêm Xabûrê de, ku Til Temir jî di nav de ye, bi sedan Asûrî-Suryanî hatin revandin û gelek gund hatin xerakirin.

Lîstikên li ser herêma Xabûrê, planên gemarî û xayîn ên hêzên serdest û tarî yên li herêmê radixin pêş çavan. Êrîşa dawî ya li hemberî Til Temirê, mîna êrîşên beriya niha, li hemberî yekîtiya gelan û rêveberiya demokratîk hatiye kirin.

Rêxistina hov DAIŞ, li tevahiya Bethnahrînê bi taybetî jî li Xabûr û Deşta Nînovayê dixwaze hebûn û nasnameya gelê me tine bike. Hin dewlet û hêzên li herêmê dixwazin ji kaosa ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye afirandin sûdê werbigirin û bi vî rengî armancên xwe yên dîrokî pêk bînin. Bicihkirina leşkerên Komara Tirkiyeyê li Iraqê, parçeyek ji vê plana hewl tê dayîn bi cih were anîn e.

Bicihkirina leşker û alavên leşkerî li wargeha Asûrî-Suryaniyan Bahşîka, hewldaneke dagirkeriyê ye û ti niyeteke xwe ya baş nîne. Di bin navê demagojiya 'Em li dijî DAIŞ'ê, Iraqiyan perwerde dikin' dixwazin çavkaniyên dewlemend ên Mûsil û Kerkûkê talan bikin. Dewleta Tirk beriya niha li Qibris û gelek cihên din nêzîkatiyên bi heman rengî xistibû meriyetê. Lê belê wê di vê siyaseta xwe de bi ser nekeve."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi pêşketina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên bindest ên li herêmê re, êrîşên hêzên serdest ên li Sûriye, Iraq û Iraqê jî bi koordîneyî belav dibin û hat gotin, "Bersiva li van êrîşan, yekîtiya gelan û têkoşîna bi biryar e. Lewma li hemberî her şêwe êrîş, dagirkerî û komkujiyan, ya ku dikeve ser milê me berxwedan e. Weke gelê Suryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî), mîna li Gozarto (Rojava) divê em yekîtya hêza demokratîk a gelan li hemû herêman xurt bikin. Em şehîdên Til Temirê ku nîşaneya jiyana hevpar in, bi rêzdarî bibîr tînin û êrîşkaran bi tundî şermezar dikin. Serketin wê bi berxwedan û têkoşîna gelên me bi dest bikeve."