Çalakiyên protestoyî yên li dijî dewleta Tirk dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li sê navendên Elmanyayê bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li sê navendên Elmanyayê bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li sê navendên Elmanyayê bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.
WÛPPERTAL: Li bajarê Elmanya Wûppetalê, çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat. Di çalakiyê de berxwedana li Kurdistanê hat silavkirin û êrîşên Erdogan, AKP û çeteyên Esedûllah ên li hemberî Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên saet di 17:00 de li ber Cîty Kîrche civiyan, dirûşmên "Kurdistan wê li faşîzmê re bibe goristan", "Bijî berxwedana bakur", "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Wûppertalê Savci Azar li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku AKP amadekariyan dike li Bakurê Kurdistanê komkujiyeke mezin bike û got, "Bêdengiya li hemberî van komkujiyan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê em xwedî li berxwedanê derkevin."
FRANKFÛRT: Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, bi mîtîngek li ber Konsolosxaneya Tirk hatin şermezarkirin. Di mîtînga ku saet di 15:00 de destpê kir, bi sedan Kurdistanî û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk amade bûn. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku ji ber xweranegirtina li xwerêveberiyên li Kurdistanê AKP'ê li bajarên Kurdistanê derketina derve qedexe kiriye û hat gotin, "Qedexeya derketina derve ji bo me gelê Kurd bêwate ye. Eger li Kurdistanê destaneke mezin a berxwedanê tê nivîsandin, divê me jî li Ewropayê vê berxwedanê li her qadê belav bikin."
ESSEN: Kurdistaniyên li Essenê dijîn li ber Konsolosxaneya Tirk çalakî lidarxistin. Kurdistaniyên ji Essen û Dortmûndê hatin gotin, "Kurdistan ne bi tenê ye. Rûyê kujer ê AKP-Erdogan ê li dijî Kurdan ku heta roja îro vedişart, derketiye holê. Bi rêbazên DAIŞ'ê êrîşî Kurdan dike."
Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmên "Kujer TC", "Kujer Erdogan" dewleta Tirk hat şermezarkirin.