Pêşmerge bi zelalî axivîn: Li dijî artêşa Tirk em li cem gerîla ne
Pêşmerge: Em hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Weke hêzên pêşmergeyan em naxwazin li xaka Kurdistanê leşkerên Tirk hebin. Li dijî artêşa Tirk em ê li cem gerîla bin.
ANF
KERKÛK
pêncşem, 17 berfanbarê 2015, 07:00
PDK a ku der barê dagirkeriya leşkerên Tirk de PKK'ê sûcdar dike, bersiva xwe ji pêşmergeyan wergirt. Pêşmergeyên ji ajansa me re axivîn gotin, "Em hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Weke hêzên pêşmergeyan em naxwazin li xaka Kurdistanê leşkerên Tirk hebin. Li dijî artêşa Tirk em ê li cem gerîla bin."
Pêşmergeyên ku li heman çeperê bi gerîla re li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê Erdogan ve tên parastin şer dikin, gotin "Leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e. Lewma em naxwazin ew li xaka me bin." Pêşmergeyan nerazîbûn nîşanî hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê dan.
HEWKAR EVDILA REMEZAN: EM LEŞKERÊN TIRK NAXWAZIN
Ji pêşmergeyan Hewkar Evdila Remezan got, "Weke pêşmergeyên Kurdistanê, em naxwazin leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hebin. Ev hêzeke dagirker e. DAIŞ bahane ye. Armanca bingehîn, şerê li dijî gerîla ye. Gerîla û pêşmerge yek e. Li hemberî êrîşeke li dijî gerîla, weke pêşmerge em ê bi gerîla li heman eniyê bin û li dijî dewleta Tirk şer bikin. Em bang li Mesûd Barzanî dikin. Divê hebûna artêşa Tirk a dagirker li Kurdistanê qebûl neke."
MISTEFA EVDILA HADÎ: ÊRÎŞA LI DIJÎ GERÎLA ÊRÎŞA LI DIJÎ PÊŞMERGE YE
Pêşmergeyê bi navê Mistefa Evdila Hadî jî nerazîbûn nîşanî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve da û got, "Weke pêşmergeyên Kurdistanê em naxwazin dewleta Tirk bê Başûrê Kurdistanê. Nepêkan e ku pêşmerge li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng be. Gerîla û pêşmerge hêzên parastinê yên heman gelî ne, yek in. Lewma êrîşa li hemberî gerîla tê wateya êrîşa li dijî pêşmerge."
ASO EVDILA HADÎ: YÊ KU BAKUR KURDAN QETIL DIKE, NIKARE LI BAŞÛR BIBE DOSTÊ ME
Aso Evdila Hadî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bibîr xist û got, "Tirk li Bakurê Kurdistanê Kurdan qetil dike. Gelo di rewşeke bi vî rengî dem çawa dikarin ji dewleta Tirk bixwazin ku were xaka me biparêze. Li hemberî bi cih bûna vê hêza dagirker li xaka me, em çawa dikarin bêdeng bin. Yê li Bakur Kurdan qetil dike, gelo dikare li Başûr bibe dost? Ev xapandineke."
MIHEMED TEYÎP: GERÎLA Û PÊŞMERGE HÊZÊN PARASTINA KURDISTANÊ NE
Pêşmergeyekî din Mihemed Teyîp nerazîbûn nîşanî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk û nîqaşên li ser şerê li hemberî PKK'ê da û got, "Leşkerên Tirk bi hatina Başûrê Kurdistanê re wê gerîla û pêşmerge bîne pêşberî hev. Divê her kes li dijî vê hişyar be. Em weke gerîla û pêşmerge, hêzên parastina Kurdistanê ne. Îro li gelek cihan li heman eniyê, em li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Bi hev re em li heman eniyên pêş, gelê xwe diparêzin."
BERZAN RAHMAN REHÎM: DIXWAZIN KURDAN LI HEMBERÎ HEV BIDIN ŞERKIRIN, LÊ EM YEK IN
Pêşmergeyê bi navê Barzan Rahman Rehîm da xuyakirin ku dewleta Tirk di salên 90'î de pêşmerge li hemberî gerîlayan bi kar anî û got, "Leşkerên Tirk ji bo di navbera Kurdan de şer derxîne hatin Kurdistanê. Lê belê em yek in û her tim em ê yek bimînin. Gerîla û pêşmerge her tim yek in û bi hev re ne. Divê her kes bi vê zanibe. Girîng e hikûmeta herêmê jî ji bo leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxîne, çi pêwîst be wê bike." Rehîm bang li Parlamenta Başûrê Kurdistanê jî kir ku wezîfeya xwe bi cih bîne.