Encamnameya Kongreya DEM-GENÇ’ê hat aşkerakirin

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ciwan pêşengtiya xwerêveberiyê dikin, banga mezinkirina berxwedanên xwerêveberiyê hate kirin.

Encamnameya 1. Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ’ê ya 13’ê Kanûnê li Amedê hat lidarxistin, hat aşkerakirin. 

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ciwan pêşengtiya xwerêveberiyê dikin, banga mezinkirina berxwedanên xwerêveberiyê hate kirin.

Federasyona Komaleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) 13’ê Kanûnê 1. Kongreya xwe ya Asayî bi 500 delegeyî li Kompleksa Sporê ya Kayapinarê li dar xist. Encamnameya Kongreyê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku erdnîgariya Rojhilata Navîn bi destên hêzên navneteweyî û herêmî ber bi kaosê tê ajotin, wiha hat gotin: “Di pêvajoyek ku Şoreşa Rojava ji tevahî gelên bindest re bûye hêvî, berxwedana xwerêveberiyê ya bi heybet ji aliyê gelê me yê Bakurê Kurdistanê di pêşengtiya ciwanan tê meşandin de DEM-GENÇ’ê berpirsiyartiyek dîrokî girtiye ser milên xwe, xwe bi rêxistin kiriye, 1. Kongreya xwe ya Asayî bi atfa “Şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê” li dar xistiye. Kongreya me ya bi şîara, ‘Em bi Dem-Gençê xwe bi rêxistin bikin, jiyana azad ava bikin’ hat lidarxistin, bi serketî bi encam bû.”

BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ HAT SILAVKIRIN

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Kongreya me, berxwedana gelê me ya di pêşengiya ciwanan a xwerêveberiyên Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Farqîn, Silopiya û Geverê silav dike, li dijî êrîşên topyekun ên hikûmeta AKP’ê yên li hember gel û ciwanên me berxwedana topyekun esas digire, biryarbûna avakirina jiyana azad daniye holê. Em careke din soz didin ku em ê di şexsê Farûkan, Sîdaran, Seyîdxanan, Bermalan, Bîlalan, Dîlan Kortakan, Haşîman, Haci Bîrlîkan, Ekîn Wanan, Çekwaran û Muhammed ê ku 35 rojî di hembêza dayika xwe hate qetilkirin de li bîranînên tevahî hevalên xwe yên şehîd xwedî derkevin.

Kongreya me azadkirina Şengalê li tevahî gelê me pîroz dike, tevahî şervanên azadiyê yên di vê pêngavê de cih girtin silav dike. Ne çeteyên DAIŞ’ê ne jî hêzên di pişt wan de wê nikaribin bi qetlîama li Til Temirê ya li hember gelê me bigihêjin armanca xwe. Em gelê xwe yên şehîd ketine bibîr tînin, em bi biryarbûnek mezin soz didin ku heta zîhniyeta mêtinger qetlîamket ji holê rabe, em ê berxwedana xwe mezin bikin. Her wiha şehîdê aştî û demokrasiyê Tahîr Elçî dema xwedîderketina Mînareya Çar Ling şehîd ket. Gelê welatparêz ê Amedê li dijî qetilkirina Tahîr Elçî, bi ruhê berxwedêr ê Amedê lê xwedî derket, bersiv da celadên qatil. Em wek DEM-GENÇ careke din Tahîr Eçî bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê li têkoşîna wî ya aştî û demokrasiyê xwedî derkevin.”

Encamnameyê bal kişan ser hewldanên aştiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku dewlet û hikûmeta AKP’ê ku li hember vê ti çareseriyên wan tinene, di neçareserkirinê de israr dike, polîtîkaya tecrîdê xistiye meriyetê.
Di encamnameyê de ev nuqte derketin pêş;

Ciwanên Kurd û gelê me yê welatparêz ên ku nexwestin bi ferasetên mêtingerî û desthilatdarî bên birêvebirin, rûyê rast ê AKP’ê dîtin, bi îlankirina xwerêveberiyan û berxwedanê ve çareseriya xwe pêş xist. Xwerêveberî tenê bi çek û xendekan sînordarkirin, nedîtina qetlîamên li ser gelê sivîl û ciwanan, daxwaza azadiyê ya gelekî ji nedîtî ve hatin e. Xwerêveberî beyana daxwaza bi azadî xwe bi rêveberinê û îfadekirinê ya gelê Kurd û ciwanan e. Jiyanek demokratîk û azad e. Berxwedana xwerêveberiyê xwedî girîngiyek dîrokî ye, wê destketiyên wê yên ji bo ciwan û gelê me jî mezin be. Dibe ku em ji bo demeke kurt êşên mezin û zoriyan bibînin. Lê dawiya vê, modelek jiyanê ya demokratîk û azad e.
Di kongreya me de bi mîsyona pêşengtiya ciwanan a tevlîbûna berxwedanên xwerêveberiyê û di pêşengtiya ciwanan, jinên ciwan de biryarbûna avakirina jiyana azad derketiye holê.

 ‘WÊ BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ MEZIN BIBE’

Kongreya me tespîta ku wê ciwan bi berxwedanê azad bibe kiriye, em diyar dikin ku ji bo pêvajoya nû em ê bi baldarî û bi biryar wezîfe û erkên dîrokî yên dikevin ser milên me bi cih bînin, li ser vî esasî jî neteweya demokratîk ava bikin. Li ser vî bingehî em bang li ciwanên welatparêz, demokrat, sosyalîst û gelê xwe dikin ku li derdora Rêbertiya me bicivin, berxwedana xwerêveberiyê ji bo jiyanek demokratîk azad û bi rûmet mezin bikin, bi awayekî hê aktîftir têbikoşin.”