Li Nisêbînê ciwanek hate qetilkirin
Di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li Nisêbînê de ciwanê bi navê Huseyîn Ahmet ê Rojavayî hate qetilkirin û zarokê 12 salî Îbrahîm Bulca jî birîndar bû.

Li Nisêbînê êrîşên îmhayê yên hêzên dewleta Tirk berdewam dike. Di seatên êvarî de hêzên dewletê li Kolana Sakaryayê ya di navbera taxên Selahattîn Eyûbî û Yenî Turanê de zarokên ku agir pêxistin, gulebaran kir. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Huseyîn Ahmet ê Rojavayî ji zikê xwe û zarokê bi navê Îbrahîm Bulca jî ji lingê xwe birîndar bûn. Hate ragihandin ku Huseyîn Ahmet dema ji Fabrîqaya Avê ya Beyaz a lê dixebitî, diçû mala xwe rastî êrîşê hatiye. Piştî êrîşê her du kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
AHMET JIYANA XWE JI DEST DA
Li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jî Ahmet jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku Ahmet zewicî bû û zarokên wî hebûn. Tedawiya zarokê bi navê Îbrahîm Bulca jî berdewam dike û hate ragihandin ku xeteriya wî ya jiyanî tineye.
Piştî êrîşan, polîsan nexweşxane dorpêçkirin.