Gelê Başûr: Em dagirkeriya dewleta Tirk bi ti awayî qebûl nakin
Şêniyên binarê Qendîlê dan xuyakirin, ku ti mafê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nîne û destnîşan kirin, ku ew vê dagirkeriya dewleta Tirk bi ti awayî qebûl nakin.
Şêniyên binarê Qendîlê dan xuyakirin, ku ti mafê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nîne û destnîşan kirin, ku ew vê dagirkeriya dewleta Tirk bi ti awayî qebûl nakin.
Şêniyên binarê Qendîlê dan xuyakirin, ku ti mafê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nîne û destnîşan kirin, ku ew vê dagirkeriya dewleta Tirk bi ti awayî qebûl nakin.
EM DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK BI TI AWAYÎ QEBÛL NAKIN
Ji şêniyên binarê Qendîlê Hesen Mecît diyar kir ku dewleta Tirk gelekî tehdeyê li wan dike û anî ziman ku ti mafê dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê nîne.
Mecît got, "Mirovên bêguneh û bê parastin ên li Qendîlê bombe dike. Em hewldanên dagirkirina xaka Kurdistan û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve bi her şêweyî red dikin. Balafiran radikin, tê gundiyan, mirovên sivîl qetil dikin û dibêjin PKK ye. PKK hîç li gundê me nîne."
TIRKIYE ZILMÊ LI GELÊ BAKUR DIKE, DIVÊ DEST JI VÊ ŞAŞÎTIYA XWE BERDE
Mecît ba kişand ser zordariya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê li gelê Kurd dike û got, "Gelek zorê li Kurdên li Bakur dike. Nahêle mirov ji malên xwe derkevin. Tehde ye, zilmê dike. Ji mirovên bêparastin re dibêje, eger hûn derkevin em ê we bikujin. Baş e ev mirov wê çi bikin? Em vê helwesta Tirkiyeyê şermezar dikin û bang li Tirkiyeyê dikin ku vê şaşîtiyê dubare neke."
EGER EW SEROKÊ KURDAN BÛNA, WÊ DIJMIN NEANÎBÛNA XAKA KURDISTANÊ
Kurdistaniya bi navê Gevher Sevêdîn, ku kekê wê weke pêşmerge li Başîka di eniya şer de jiyana xwe ji dest da, nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya leşkerên Tirk a li Bakurê Kurdistanê da.
Sevêdîn da xuyakirin, ku hebûna leşkerên Tirk li Başîka û gelek deverên Başûrê Kurdistanê, ji ber helwesta hin partî û şexsên xwe weke pêşengên Kurdan nîşan didin e û ev nirxandin kir: "Ew kesên ku ji xwe re dibêjin em serokê Kurdan e, eger bi rastî serokê Kurdan bûna, wê dijmin nexistibûna nava xaka Kurdistanê."
Sevêdîn diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê, ji wan kesên xwe weke pêşengên Kurdan bi nav dike, şermeke mezin e.
ÊRÎŞ LI KU DIBE BILA BIBE, DIVÊ KURD XWEDÎ YEK HELWEST BIN
Ciwanekî binarê Qendîlê yê bi navê Şerzat diyar kir, ku bomberdûman û êrîşa li hemberî Kurdan li ku dibe bila bibe, divê Kurd xwedî yek helwest bin.