Li Torontoyê konferansa li ser Xweseriya Şengalê
Li bajarê Torontoyê, li ser Xweseriya Şengalê bi beşdariya heyetek ji MŞD'ê konferansek hat lidarxistin.
Li bajarê Torontoyê, li ser Xweseriya Şengalê bi beşdariya heyetek ji MŞD'ê konferansek hat lidarxistin.
Li bajarê Kanada Torontoyê, roja 14'ê Kanûnê bi beşdariya heyetek ji Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) konferansek li ser Xweseriya Şengalê hat lidarxistin.
Di konferansa ku ji aliyê Mala Kurdan a Toronto ve hat organîzekirin de, Serokê MŞD'ê Fîkret Îgrek, ji Êzidiyên li Fransayê Tamas Dasînî, ji Swêdê Dîndar Shekhanî, ji DYA Lûcy Ûsoyan, Ferhat Cûdî, Saîve Daoûd, Selam Doûd, ji Kanada Kasîwa Salih û Rafik Saanî weke qiseker beşdarî konferansê bûn.
Konferansa ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ber sirûda "Şerfedînê" bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Mala Kurdan Çeto Wanî ve hat kirin. Wanî bal işand ser rewşa Şengalê û destnîşan kir ku ji bo serketinê, ji bilî yekbûn û hevgirtinê ti şensekî wan nîne û mafê axaftinê da Serokê MŞD'ê Fîkret Îgrek.
Îgrek êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Reqqa, Mûsil û Til Aferê bibîr xist û da zanîn ku ji ber reva pêşmergeyan DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de Şengal dagir kir û tofaneke mezin anî serê civaka Êzidiyan. Îgrek da zanîn ku ji ber vê fermanê bi hezaran mirovên civaka Êzidî hatin qetilkirin, birîndarkirin, bi hezaran keç û jinên Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de li sûkan tên firotin.
Îgrek da zanîn ku avabûna Meclîsa Şengalê ya Avakar re bi awayekî fermî Êzidiyên li Şengalê dest bi rêxistinbûyîna xwe kiriye û ji bo parastina civaka Êzidî bal kişand ser girîngiya hebûna Yekîtiyên Berxwedana Şengalê (YBŞ).
DIVE ŞENGAL BIBE HERÊMEKE XWESER
Îgrek di dewama axaftina xwe de ragihand ku divê li Şengalê dadgehek were avakirin, der barê qirkirina bi serê civaka Êzidî de hatiye lêkolîn bê kirin, hesab ji kesên bûne sedema qirkirinê bê pirsîn û destnîşan kir ku di vir de rola dewletên demokratîk girîng e.
Îgrek da xuyakirin ku divê Şengal bibe herêmeke xweser û got, "Li gorî xalên 116 û 125’an ên Destûra Bingehîn a Iraqê ku di sala 2005’an de hatiye qebûlkirin, mafê civaka Êzidî ya Şengalê heye ku xwe bi rê ve bibe. Li gorî vê yekê em dixwazin gelê me yê li Behşik û Bacanan û qeza Şêxan jî rêveberiyên xwe yên xweser îlan bikin."
DAXWAZÊN JI QADA NAVNETEWEYÎ
Îgrek her wiha ev daxwaz ji hêzên navneteweyî kir:
"Divê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) wekî berpirsê parastina sînorê Şengalê û ewlehiya wê ya hundir were dîtin. Ji ber ku têkçûna DAIȘ, di berjewendiyê herkesî de ye
-Divê piştgiriya madî û manewî ji bo jinên ku hatibûn revandin û malbatên wan bê kirin
-Pêwîste kiryara li dijî jinên Êzidî hatiye kirin, wekî hewldana jenosayda komî were naskirin
-Em ji aliyên têkildar dixwazin ku bi hemû derfetên xwe ji bo rizgarkirina kesên ku hatine revandin, xebatan bidin meşandin
-Divê li Şengalê li gorî her yekî çi sûcê wekî kuştin, helalkirin, derbaskirina çeteyan, tevlîbûna çeteyan, danûstandina bi çeteyan re û hwd kiriye were cezakirin. Divê ti caran kes li gorî hebûna xwe ya olî, neteweyî û mezhebî tewanbarî neyê kirin. Her kesek berpirsyariya tişta ku kiriye hiltîne, ev yek jî li gorî yasayên mafên mirovan û sîstemên demokratîk pêk tê."
Îgrek her wiha spasiyên xwe pêşkêşî her kes û dewletên heta niha alîkariya însanî û leşkerî dane Êzidiyan kr.
Îgrek diyar kir ku ew ji civaka navneteweyî dixwazin, ku ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û herêmên girêdayî wê, piştgiriyê bidin wan û bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku hurmetê nîşanî vîn û daxwazên civaka Êzidiyan bidin.
Beşdarên din ên konferansê jî dan xuyakirin ku ew ê van dîtin û daxwazan bi heyetekê bigihînin ber destê rayedarên Kanadayê û bişopînin.