HPG: Li Amedê 6 tîmên taybet hatin kuştin

Li dijî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê tên lidarxistin. Di çalakiya duh a li navçeya Amed Farqînê de, midûrê şaxê tevgera taybet Ahmet Kabûkçû jî di nav de 6 tîmên taybet hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê erîşên artêşa Tirk û gerîlayên HPG/YJA Starê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG'ê diyar kir ku roja 15'ê Kanûnê saet di 15:00 de, li herêma di navbera gundên Keya û Karavan ên Amed û Farqînê de, hêzên gerîla li dijî konvoyeke ji maşînên zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anîn û ev agahî da: "Di çalakiya ku di encama şopandinê de hat lidarxistin, maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep bi temamî îmha bû; maşîneke bi tîpa 'dag geyîgî' ya zirxî jî derb xwariye. Di encama çalakiyê de, midûrê şaxê tevgera taybet Ahmet Kabûkçû yê ku ji Enqereyê ji Amedê re hat şandin jî di nav de bi giştî 6 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Ev çalakî, weke bersivek li hemberî komkujiyên artêşa TC li bajarên Bakurê Kurdistanê dike, hatiye lidarxistin."

ÊRÎŞÊN BI HAWAN Û OBUSAN DEWAM DIKIN

HPG'ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên bi hawan û obusan dewam dikin û ev agahî bi raya giştî re parve kir, "Ji saet 21:00 ê 15'ê Kanûnê heta saet 05:00 ê 16'ê Kanûnê qereqola Oremar a li navçeya Colemêrg Geverê, bi obus û hawanan qada Şehîd Rahîme ya li herêma Avaşînê bombe kir.

16'ê Kanûnê (îro) saet di navbera 10:30-11:00 de qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye, obus û hawan avêt Dola Şifreza.

15'ê Kanûnê saet di navbera 16:30-17:00 de qereqola Êrîşê obus û hawan avêt girê Xeregolê.

15'ê Kanûnê saet di navbera 05:00-06:00 de qereqola Tepê sor a li herêma Metîna, bi obus û hawanan girên Şehîd Mazlûm û Şehîd Şoreş bombe kir."

LI QADÊN GERÎLA TEVGERA HEWAYÎ

Der barê tevgera hewayî ya li qadên gerîla de jî di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di navbera 15-16'ê Kanûnê saet navbera 18:30-03:00 de li Heftanînê, heman rojan saet di navbear 21:30-04:30 de li qada Garê, 15'ê Kanûnê saet di navbera 17:00-22:30 de li herêma Metîna bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşf hat kirin. Her wiha saet di navbera 14:30-15:30 de balafirên şer li ser herêma Zapê geriyan.

16'ê Kanûnê (îro), saet di navbera 11:30-12:00 de li derdora Alaya Bilican a li Çelê û qereqola Êrîşê helîkopterên Kobra û Skorsky geriyan."