Li Amedê berxwedan didome

Li hember qedexeya li Sûrê, li tevahî navçeyên navend ên Amedê jiyan sekinî. Li Baglarê polîsên Tirk bi guleyên rast êrîşî gel dikin.

Li hember qedexeya li Sûrê, li tevahî navçeyên navend ên Amedê jiyan sekinî. Li Baglarê polîsên Tirk bi guleyên rast êrîşî gel dikin.

Girseya bi armanca protestokirina qedexeya kolanan a li Sûrê li semta Îskanevler a navçeya Baglarê barîqat danî, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Polîsan ji wesayîtên zirxî yên TOMA û Akrep bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin, guleyên rast reşandin. Ji ber gaza zêde ya polîsan, li navçeya esnaf neçar man ku dikanên xwe bigirin.

Bi dehan wesayîtên zirxî yên li pêşiya Serokatiya AKP’ê ya Kayapinarê rawestiyane, Rêya Rihayê ji trafîkê re girtin. Polîsên li pêşiya avahiya AKP’ê tedbîrên ewlehiyê yên zêde girtine, bi bombeyên gazê êrîşî derdora xwe dikin. Ciwan li gelek nuqteyên bajar bi bombeyên deng li hember wesayîtên zirxî bikar tînin, li ser barîqatên xwe yên li ser cade û kolanan danîne disekinin.

Ji bilî Sûrê, li navçeyên din ên Amedê jî qedexeya kolanan bi awayekî fîîlî berdewam dike. Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi wesayîtên zirxî yên polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

...