Êrîşên artêşa Tirkiye li ser Rojava didomê

Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hember çeperên YPG/YPJ didomîne.



Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ji 24’ê Mijdarê ve li hember çeperên YPG/YPJ’ê bê navber didomin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ji 24’ê Mijdarê ve li hember çeperên YPG/YPJ’ê bê navber didomin. YPG’ê wiha got: “ Roja 15’ê Kanûnê saet 20:45- 21:00’an artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî herêma Zeytûna ya dikeve rojavayê Girê Spî kir.”

YPG da xuyakirin ku roja 15’ê Kanûnê, komên çeteyên El Nusra û Ehrer El Şam bi çekên giran êrîş birin ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Hat ragihandin ku cihên sivîlan hatine hedefgirtin û di heman demê de jî hêzên YPG’ê bersiva van êrîşan dane.