Jinan li Wanê şîdeta polîsan têk bir

Li Wanê jinan polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê protesto kir. Polîsan hewl dan çalakiyê asteng bikin, lê bê encam man. Ji amirê polîsan yekî bi gotina ‘qeşmer’ ve heqerat li jinan kir.

Li Wanê jinan polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê protesto kir. Polîsan hewl dan çalakiyê asteng bikin, lê bê encam man. Ji amirê polîsan yekî bi gotina ‘qeşmer’ ve heqerat li jinan kir.

Li Wanê di pêşengtiya hevbirên KJA’yê ya Wanê “ qedexeyên kolanan” ên li Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn û Kerboranê û qetlîamên sivîlan, bi meş û daxuyaniya çapemeniyê protesto kirin. Hevserokên Navçe û Bajaran yên HDP-DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Hevşaredarên navçeyên Wanê, Xebatkarên Navenda Jiyana Jinan a Rojîn, û gelek jin beşdarî meşa ji pêşiya Navenda Jiyana Jinan a Rojîn destpêkir, bûn. Meşa wê li Parqa Feqiyê Teyran bi dawî bibûya, polîsan mudaxele kir, meşa jinan asteng kirin. Jinan tevî hemû astengiyên polîsan jî bend derbas kirin û meşa xwe domandin.

Jinan bi dirûşmên “ Jin jiyan azadî” , “ Dewleta qatil ji Kurdistanê biceheme” , “ Bijî berxwedana Cizîrê” û “ Bijî Serok Apo” qîr kirin û dengê tilîlîyan bilind kirin.

JI POLÎSAN HEQARET

Di dema meşê de di nabera jinan û polîsan de aloziyê rû da, yek ji amîrê polîsan ji bo jinan gotina “ qeşmer” bikar anî, heqaret li jinan kir. Piştî ku meşa jinan li Cadeya Ezbercîler bi dawî bû û şûn de, di dorpêça polîsan de daxuyaniya

çapemeniyê dan. Li ser nave jinan Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê Derya Hayva daxuyanî da û diyar kir ku ji bo daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman derketine kolanan.

...