Şirnex ji bo Cizîr û Silopiyayê rabû serhildanê

Bi hezaran kesî li navenda bajarê Şirnexê bi rêzeçalakiyan ve di serî de Silopiya û Cizîr êrîşên li ser xwerêveberiyan û qedexeyên kolanan protesto kirin.

Bi hezaran kesî li navenda bajarê Şirnexê bi rêzeçalakiyan ve di serî de Silopiya û Cizîr êrîşên li ser xwerêveberiyan û qedexeyên kolanan protesto kirin. Li dijî êrîşên polîsan, gel bi berxwedanê bû bersiv. Piştî çalakiyên ku wekîlên HDP’ê jî tevlîbibûn, Ertûgrûl Kurkçu axivî, got: “Yê niha êrîşî bajarên Kurdistanê dikin, ev çeteyên ku bi Erdogan re di nav hevkariyê de ne.”

Bi hezaran kesên li taxên Yenî Mahalle, Bahçelîevler, Dîcle, Yeşîlyûrt, Cûmhûriyet ên Şirnexê hatin cem hev, bi çalakiyên meş, dengderxistin û rêgirtinê ve di serî de Cizîr, Silopiya, êrîş û qedexeyên li ser qadên xwerêveberiyê protesto kirin. Dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Silopiyayê”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin.

Gel bersiv da polîsên ku bi guleyên rast, bombeyên gazê û wesayîtên zirxî êrîş kirin. Li hember berxwedana gel, polîs neçar man vekişin.

 ‘DEWLETÊ LI KURDISTANÊ REWABÛNA XWE WINDA KIRIYE’

Heyeta HDP’ê ya hatibû Şirnexê ku di nav de parlamenter Ertûgrûl Kurkçu, Bûrcû Çelîk, Lezgîn Botan û Berdan Ozturk heye, piştî çalakiyan li Taxa Bahçelîevler daxuyanî da. Li vir Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu axivî, got: “Gelê tiştê aîdî xwe dixwaze. Dewletê bi êrîşkirina xwe ya bi tank û topan, li Kurdistanê rewabûna xwe bi temamî winda kiriye.”

Kurkçu bi bîr xist ku wê êrîş bê encam bimînin û berxwedana gelê Kurd wê bi ser keve.

BANGA SEKINANDINA JIYANÊ

Her wiha Meclîsa Gel a Şirnexê ji bo sibehê li tevahî Şirnexê banga sekinandina jiyanê kir. Di daxuyaniya Meclîsa Gel a Şirnexê de wiha hat gotin: “Ji sibehê û şûn de wê dibistan bên boykotkirin, kargeh nayên vekirin, wesayît nayên xebitandin, heta gelê me êrîşan vala derxe wê jiyanê bisekinîne.”