Asayîşa Rojava bersiv da kiryarên rêjîmê

Fermadariya Gîştî ya Hêzên Asayîşa Rojava der barê kiryarên rêjîma El-Baas ên têkîldarî balafirgehên Şam û Qamişlo daxuyaniyek da raya gîştî.

Fermadariya Gîştî ya Hêzên Asayîşa Rojava der barê kiryarên rêjîma El-Baas ên têkîldarî balafirgehên Şam û Qamişlo daxuyaniyek da raya gîştî.

Asayîşa Rojava da xuyakirin ku hêzên rêjîmê ciwanên Kurd digire û got ku çareya herî baş ew e ku divê rêjîm dest ji van kiryarên xwe yên der heqê gelê Rojava berde. Asayîşê diyar kir ku ji endamên rejîmê 21 kes girtine.

Fermandariya Gîştî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kiryarên rejîma Sûriyeyê yên der heqê gelê sivîl li balafirgeha Şam û Qamişlo di demên dawiyê de, bi hinceta leşkeriya bi darê zorê zêde bûne û destnîşan kir ku ev kiryar bi taybet li ser pêkhateya Kurd a civaka Rojava tê meşandin.

Fermandariya Asayîşê, di dewama daxuyaniya xwe de got ku yek ji endamên rejîmê yê girêdayî Ewlekariya Dewletê, duh dema ku serxweş bû, gule li wesayîteke Hêzên Trafîka Rojava reşand û wiha dom kir: “Hêzên me şevê din li ser bûyerê ew kes û 9 kesên din girtin.”

Asayîşê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku komeke ji ‘Hêzên Parastina Niştîmanî’ (Dîfaa Wetenî) ango kesên rûgirtî yên girêdayî hêzên Rejîmê, vê sibehê 2 endamên trafîkê girtin. Daxuyaniyê wiha dom kir: “Li kolana El-Wihdê ji dewriyeke me re kemîn danîn. Di encamê de di navbera hêzên me û yên rejîmê de pevçûn derket. Endamekî me birîndar bû. Li ser bûyerê hêzên me 11 endamên rejîmê dîl girtin. Niha pêkanîna me wiha didome.”

Fermadariya Gîştî ya Hêzên Asayîşa Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku çaraya tekane ew e ku rejîm dest ji kiryarên xwe yên der heqê ciwanên Rojava berde û wiha bi dawî kir: “Em ê erka xwe ya parastina gelê Rojava, desketiyên wan û ewlehiya herêmê heta dawiyê bi cih bînin.”