Polîsên Tirk li Amedê ciwanek birîndar kirin

Tîmên taybet ên Tirk ên ku Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Baglar a Amedê dorpêç kirin, Mûhammet Aktagan (27) bi giranî birîndar kirin. Jiyana Aktagan di xeteriyê de ye.

Tîmên taybet ên Tirk ên ku Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Baglar a Amedê dorpêç kirin, Mûhammet Aktagan (27) bi giranî birîndar kirin. Jiyana Aktagan di xeteriyê de ye.

Bi rêveberiya awarte ya li Kurdistanê ve êrîş zêde bûn, berxwedana gelê Amedê ya ku êrîş protesto kir, heta saetên êvarî berdewam kir. Tîmên taybet li ser girseya li Cadeya Gursel a li navçeya Baglarê gule reşandin, Mûhammet Aktagan ê 27 salî bi giranî birîndar kirin. Bi guleya li zikî wî ket bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Baglarê ya Taybet. Piştî mudaxeleya yekemîn, Aktagan sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl a Amedê kirin. Li gor agihiyên hatin bidesxistin xeteriya jiyanî ya Aktagan heye.

Her wiha li Taxa Kaynartepe ya ku Şerdil Cengîz û Şiyar Salman lê hatibûn qetilkirin, ji aliyê gelek wesayîtên zirxî û Ford Rangeran ve hatiye dorpêçkirin. Tîmên taybet ên li nêzî Parka Koşûyolû rê girtine, nahêlin kes derbas bibin, hate diyarkirin ku ji bo gel ji kolanan veqetin zextê didin avakirin. Tîmên taybet li derdora xwe bombeyên gazê direşînin, her wiha hate ragihandin ku bi guleyên rast êrîşî gel dikin. Welatiyên ev rewş protesto kirin, li ser Cadeya Nûkhet Coşkûn hatin cem hev û dorpêç protesto kirin.