Leşkerên Tirk 5 ciwanên Rojava radestî çeteyan kir

Ji Kantona Efrînê 5 kesên ji heman malbatê ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin, radestî çeteyan hatin kirin. Ji 5 ciwanên ku leşkerên Tirkiyeyê radestî çeteyan kirine ti agahî nayên girtin.

Ji Kantona Efrînê 5 kesên ji heman malbatê ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin, radestî çeteyan hatin kirin. Ji 5 ciwanên ku leşkerên Tirkiyeyê radestî çeteyan kirine ti agahî nayên girtin.

Ciwanên ji heman malbatê yên bi navê Ciwan Ednan Heyder (33), Mustefa Heyder (25), Xelîl Heyder (30), Mehmûd Heyder (21) û Ebdulqadir Heyder roja 5’ê Kanûnê ji navçeya Cindiresê ya girêdayî Efrînê bi armanca karkirinê biçin Stenbolê ji gundê Hemamê yê ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Tirkiyeyê bû. 

Hat diyar kirin ku ciwanên li deriyê Îskenderûnê re derbasbûn bi sedema destûra wan tineye, ji aliyê leşkerên Tirk hatin binçavkirin û birin girtîgehê.

Birayê Ednan û Xelîl, Mehmûd Heyder ji bo têkildarî aqûbeta rewşa birayê xwe agahiyê bigire, piştî 5 rojan rewşê ji leşkerên Tirk pirsî, leşkerên Tirk ji bo Mehmûd got birayên te û li cem jî 3 kesên din birine Şaxa Biyaniyan. Mahmût da xuyakirin ku birayên wî li cem 3 kesên li Şaxa Biyaniyan qert dane wan û birine deriyê sînorê Bab El-Hewa. Polîsên Tirk ji bo malbatê gotine ku me radestî çeteyên El Nusra kirine. 

Mehmûd Heyder diyar kir ku birayên wî piştî ji Atme ya girêdayî Îdlibê derbas bû, têkiliya wî bi wan re hebû, lê piştî 12’ê Kanûnê ti têkilî bi birayên xwe re daneniye û têkildarî aqûbeta wan ti agahî negirtiye. Mehmûd destnîşan kir ku leşkerên Tirk bi zanabûn birayên wî û xizmên wan radestî çeteyên El Nusrayê kirine.