Li Cizîrê dayika 2 zarokan hate qetilkirin

Li Cizîrê dayika 2 zarokan Hediye Şen ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin.

Li Cizîrê dayika 2 zarokan Hediye Şen ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di saetên êvarî de ji tank û wesayîtên zirxî yên di girên derdorê û li ser rêyan hatine bicihkirin topbaran zêde bû. Li gel êrîşên giran ên hêzên dewletê, li Taxa Cûdiyê, dayika 2 zarokan Hediye Şen (30) ji aliyê tîmên taybet ve li mala xwe hate kuştin.

Li taxên Yafes, Cûdî û Nûrê elektrîk hatiye qûtkirin û li gel topbarana li ser taxan, bi fîşekên ronîkirinê jî bi çekên giran tax têne gulebarankirin.

Li hemberî hemû taxan gulebaran û bombebaran berdewam dike û hate diyarkirin ku di encama êrîşan de li Mala Şînê ya Cûdî jî şewat derketiye.

Gelê Cizîrê, li hember hemû êrîşên li kolanan, li derdora agirên pêxistine berxwedana xwe berdewam dike.