Ji mizgeftê ‘qedexeya kolanan’ hat îlankirin
Îlana qedexeya kolanan ên li bajarokên Gite û Bespin ên Silopiyayê ku piraniyê xwe cerdevan in, ji hoperlorên mizgeftê hate ragihandin.

Li bajarokên Gite û Bespin ên navçeya Silopiya ya Şirnexê ku bi piranî cerdevan lê dijîn, qedexeya kolanan hate îlankirin. Tevî ku Walitiya Şirnexê der barê mijarê de ti daxuyanî nedaye jî, ji mizgeftê anonsa ku ji saet 23.00'an pê ve qedexe destpê dike, hate kirin.
Li bajaroka Tilqebîn jî, tevî qedexe jî tineye, polîsên bi wesayîtên zirxî digerin gef li welatiyan xwarin ku dernekevin kolanan. Ji ber ku welatiyan guh nedan polîsan, rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatin.