"Gelê me êdî baş fêm kiriye; destketî bi berxwedanê tê"
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê, berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kirin û destnîşan kirin, ku bidestxistin û parastina destketiyan bi berxwedanê dibe. Gerîlayan banga xurtkirina yekîtiya gelê Kurd kirin.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 17 berfanbarê 2015, 08:00
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê, berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kirin û destnîşan kirin, ku bidestxistin û parastina destketiyan bi berxwedanê dibe. Gerîlayan banga xurtkirina yekîtiya gelê Kurd kirin.
Gerîlayên YJA Starê Axîn Qamişlo û Roza Avesta û gerîlayê HPG'ê Tîrêj Berfîn ji ANF'ê re berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk nirxandin û gotin, "Gelê Kurd êdî fêm kiriye, ku destketî bi berxwedanê re tên."
Gerîlayan hişyarî dan û diyar kirin, ku eger di vî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn diqewime de gelê Kurd nebe xwedî destketî, wê sedsaleke din a bi komkujî û qirkirinê derkeve pêşiya Kurdan, lewma banga xurtkirina berxwedanê kirin.
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê ev nirxandin kirin:
BILA GELÊ ME HÎN BÊHTIR YEKÎTIYA XWE XURT BIKE Û XWE BIPARÊZE
Axîn Qamişlo: Di serî de ez berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav dikim. Bi rastî jî berxwedaneke pir bi coş e. Gelê me bi şev û roj li ser piyan e û li ber xwe dide. Mirov jê coş digirin û em hemû berxwedêran silav dikin. Bila hîn bêhtir yekîtiya xwe xurt bikin, xwe biparêzin û şiyar bin. Ji xwe di zanebûna vî tiştî de ne. Siyaseta înkar û îmhayê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji ber ku gelê Kurd êdî li tevahiya cîhanê tê naskirin, ev êrîş tên kirin. Bi Kurdên hevkarê xwe û hêzên derve re dixwazin jiyana demokratîk û azad tine bikin. Ji bo bigihêje vê armanca xwe, ji her alî ve êrîşan dike. Em bang li gelê xwe dikin ku hîn bêhtir di zanebûna vê de be û hîn bêhtir hişyar be. Li şûna her berdêla giran, li şûna her şehîdî em ê bi sedan, bi hezaran dagirin. Bêhtir kîna me zêde dibe. Û heta dawiyê em ê têkoşîna vê bimeşînin. Heta dawiyê em ê ji bo jiyana azad û demokratîk têbikoş in û em xwîna van şehîdan li erdê nahêlin.
DIVÊ MIROV DEST JI QADÊN XWE YÊN JIYANÊ BERNEDIN
Roza Avesta: Li hemberî qirkirina fîzîkî û çandî, helwesta gel diyarker e. Ji bo mirov karibin li dijî êrîşan bersiveke xurt bidin dijmin, pêwîstî bi ruhekî topyekûn ê berxwedanê heye. Bi taybetî rabûnên gel, xwedîderketina li vîna xwe, xwedîderketina li azadiyê, xwedîderketina li jiyanek azad ji bo civakeke azad, divê berxwedanek diyarker a herdemî bê meşandin. Li hemberî komkujiyên dijmin, divê mirov helwestek li gorî wê zanistiyê destnîşan bikin.
Di salên 90'î de polîtîkayên qirkirina fîzîkî di nava xwe dihewand li hemberî gel dihat meşandin. Bi taybetî dixwestin gundan vala bikin. Ew jî polîtîkayeke asîmîlekirinê bûn. Niha jî polîtîkayên biyanîkirinê destpê kiriye. Gel vê carê ji bajaran tê koçberkirin. Koçberî metropolan, koçberî welatên din tên kirin. Pêwîste mirov dev ji qadên jiyan lê hatine afirandin, bernedin. Li hemberî êrîşên dijmin ên topyekûn ên komkujiyê tên meşandin, divê berxwedaneke topyekûn were meşandin.
PÊWÎSTE LI GORÎ ZANISTIYA 'BERXWEDAN JIYAN E, TESLÎMIYET ÎXANET E' MIROV TEVBIGERIN
Bangawaziya min ji bo gel, divê têkoşîn bi giştî be. Dema êrîşek li hemberî navçeyekê, bajarekî hat kirin, pêwîste gel karibe bi ruhekî seferberiyê xwedî li vîna xwe, xwedî li civaka xwe û xwedî li jiyaneke azad derkeve. Êrîşên dijmin ancax bi berxwedaneke xurt, bi vîneke xurt were şikandin. Weke ku pêşengên me yên nemir gotibûn, 'Berxwedan Jiyan e, teslîmiyet îxanet e'. Divê mirov li gorî vê zanistiyê tevbigere. Gelê Kurd bi sed salan e bi êrîşên hov ên dijmin re rû bi rû dimîne. Ev polîtîka ne nû ye, her tim bi rûyekî din dewrê de bûn. Carna aşkera, carna veşartî. Divê mirov helwesta heyî û têkoşîna xwe xurttir bikin.
GELÊ KURD ÊDÎ BAŞ FÊM KIRIYE, KU DESTKETÎ BI BERXWEDANÊ TÊ
Tîrêj Berfîn: Îro li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Bêguman ev gel heta hat vê astê berdêlên pir mezin da. Îro jî qet dest ji têkoşîna xwe bernade, xwedî li têkoşîna xwe derdikeve. Gelê Kurd êdî ketiye vê fehmê de; Destketiyê wan wê bi berxwedanê were. Bi nokeriyê, bi cihgirtina li cem dijmin re destketî nayên. Ji ber vê yekê berxwedaneke gelekî mezin heye. Em hemûyan silav dikin.
ÊRÎŞÊN LI BAKUR ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DESTKETIYÊN LI ROJAVA NE
Êdî divê Kurd hemû vê bizanibin, ne tenê Bakurê Kurdistanê. Zextên li ser navçeyan heye, eger ev navçe bên tepisandin wê hemû bajarên din jî bikevin nava xeteriyê. Lewma divê her Kurdek, ne tenê yên li Bakur dijîn, li her devera cîhanê divê xwedî li vê derkevin. Eger Kurd di vî şerê Sêyemîn ê Cîhanê de tiştekî qezenc neke, wê sedsaleke din a bi komkujî û qirkirinê re derbas bibe. Girîng e ku bi vê zanebûnê tevbigerin û xwedî li van navçeyên niha komkujî li ser tê meşandin xwedî derkevin. Û divê êrîşên tên kirin, bên şikandin. Ji ber ku di şexsê gelê Kurd de wê însanetiya li Rojhilata Navîn bi temamî bişikê. Ev êrîş, êrîşên li hemberî destketiyên niha li Rojava ne. Rast e êrîş li Bakur tê kirin, lê belê armanc şikandina destketiyên li Rojava ne.
DEWLETA TIRK BI CESARETA JI NOKERÊN KURD DIGIRE, ÊRÎŞÎ GEL DIKE
Îro her kes dizane ku yê DAIŞ'ê li ser piyan digire, destekê dide dewleta Tirk û hin nokerên ku xwe weke Kurd dihesibîne ye. Eger îro dijmin gav navêje, ewqasî bi ser Kurdan de tê, hêza xwe ji vê nokeriyê digire. Eger cesaret ji vê nokeriyê negirta, ewçend bi dijwarî êrîşî vî gelî nedikirin, heya zarokê di pêçekê de nedikuştin. Heta niha zextek li ku derê li hember demokratekî hat kirin, gelê Kurd li cem wan cih girt. Divê her kes jî rola xwe bileyze, gelê Kurd bi tenê nehêle. Yê ku di xeteriyê de ye gelê Kurd bi tenê nîne.
DIVÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN LI CEM GELÊ KURD CIH BIGIRIN
Her sed salî carekê nexşeyê li gorî xwe diguherînin, lê vê carê nikarin bi hêsanî li ser însanetiyê bileyzin. Nikarin însanetiyê weke kole bidin meşandin. Divê tevahiya gelên Rojhilata Navîn êdî li cem gelê Kurd cih bigirin. Yê ku ji bo însanetiyê niha li ber xwe dide gelê Kurd e. Gelê Kurd jî pêwîste li hemberî hemû lîstikan hişyar be û bi vê zanebûnê tevbigere.