KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li sê bajarên Fransayê hat şermezarkirin
Li bajarên Fransa Marsîlya, Bordeaûx û Nantesê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd hatin protestokirin. -
Li 4 bajarên Swîsreyê dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn
Li 4 navendên Swîsreyê bi hevdemî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat şermezarkirin û xwerêveberiyên gelê Kurd hatin silavkirin. -
Li Silopiyayê 4 jê giran bi dehan birîndar hene
Li Taxa Cûdî ya Silopiyayê bi tank û wesayîtên zirxî ve dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember gelê sivîl didomîne. Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk herî kêm 4 jê giran bi dehan kes birîndar bûn. -
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê: Divê mêtingeriya Tirk ji Kurdistanê bê rakirin
Di daxuyaniya Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê de wiha hat gotin: “Divê mêtingeriya Tirk di serî de Botan, li tevahî Kurdistanê ji holê bê rakirin.” -
Li Cizîrê zarokekî din hat qetilkirin
Li Cizîrê êrîşên hêzên dewletê bê navber berdewam dikin û di encama êrîşan de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn û zarokê bi navê Îbrahîm Akan ê 15 salî jî hat qetilkirin. -
Li Dîlokê 3 kes hatin girtin
Ji 4 kesên ku li Dîlokê hatibûn binçavkirin, 2 jê zarok 3 kes hatin girtin. -
Li Kerboranê jina ji çavê xwe birîndar bû nahêlin biçe nexweşxaneyê
Li Kerboranê ku qedexeya kolanan di roja 8. de dewam dike, Neve Bulbul a 55 salî ya li Taxa Safa dijî, di encama parçeyekî ku nehat zelalkirin bê çiye, li çavê wê yê çepê ket bi giranî birîndar bû. -
Li Nisêbînê êrîşan ji nû ve destpê kir
Qedexeya kolanan a li Nisêbînê piştî roja 5. bi navberek kurt ji nû ve destpê kir, wesayîtên zirxî bi ser 4 taxên ku qedexe hatiye îlankirin guleyan direşînin. -
Li Cizîrê li hember êrîşên zêde berxwedana gel didome
Li Cizîrê ji wesayîtên zirxî yên Tirk ên li lûtkeyan hatine bicihkirin, êrîş didomin, berxwedana gelê ku kolanên xwe naterikîne jî dewam dike. -
Karayilan: Pêvajo ketiye qonaxeke nû, ya diqewime şerê navxweyî ye
Karayilan destnîşan kir ku xendekên li Kurdistanê hatine vekirin ji bo parastinê ne û divê her kes ji vê rewşê mesajê derxîne. -
Qedexeya li Nisêbînê ji nû ve destpê kir
Li Nisêbînê ku qedexeya kolanan ji bo 7 saetan hatibû rakirin, qedexeya kolanan li 4 taxan, saet ji 16.00’an ve ji nû ve destpê kir. -
Gelê Pilûrê ber bi Qonaxa Hikûmetê ve meşiya
Li dijî qedexeyên kolanan ên li Kurdistanê protesto dewam dikin. Esnafan li navçeya Pilûr a Dêrsimê kepengên xwe girtin, ber bi Qonaxa Hikûmetê ve meşiyan, qetlîamên li Kurdistanê protesto kirin. -
Kaya: Nisêbînê ser bilind e; serî natewîne
Hevşaredara Nisêbînê Kaya diyar kir ku wê AKP’e nikaribe serî li gelê Nisêbînê bitewîne. Kaya wiha got: “Gelê Kurd wê êdî rêya hedefa xwe şaş neke. Gelê Nisêbînê li ser piyan e.” -
Cerdevanên Şirnexê: Em li dijî gelê xwe şer nakin, em ê nekin jî
Cerdevanên li navçeya Cizîrê û Kûmçati yên Şirnexê diyar kirin ku tevlî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Cizîr û Silopiyayê nebûne û nabin jî. -
Gelê Amedê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide /HAT NÛKİRİN
Bi hezaran Kurdistaniyên xwestin ber bi Sûrê ve bimeşin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Girseya gel a li nava kolanan belav bû, li ber xwe dide. -
Rojavayî: Wê pêkhateyên Rojava ji bo gelê Bakûr canê xwe bikin çeper
Girseyên li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê kom bûne, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê pêkhateyên Rojava ji bo gelê Bakûr canê xwe bikin çeper û xwîna xwe jî bikin qelenê azadiyê. -
Li Silopiyayê hêzên dewletê bi dehan mal şewitandin
Terora AKP’ê û hêzên dewleta Tirk a li ser Silopiyayê bi topbarankirinê ve malan dişewitîne. -
Hediye Şen a li Cizîrê hat qetilkirin, ji bo defnkirinê şandin gundê wê
Cenazeya dayika 2 zarokan Hediye Şen (30) a ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Cizîrê hate qetilkirin, ji bo defnkirinê şandin gundê wê. -
HPG: Li Mêrdînê çalakiya sabotajê hat lidarxistin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya sabotajê ya li Mêrdînê de 3 tîmên taybet bi giranî birîndar bûne. -
Li Sûrê pevçûn: 3 tîmên taybet hatin kuştin
Dewleta Tirk dorpêç û êrîşên xwe yên li ser Sûrê zêde kir, îro di encama pevçûnan de 3 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. -
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Cejna Êzî pîroz kir
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol Akay, cejna gelê Êzîdî, Cejna Êzî pîroz kir. -
Leşkerên Tirk Rojavayiyên ku piştgiriya berxwedana Bakûr dikirin da ber guleyan
Leşkerên Tirk, Rojavayiyên ku ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê çûn ser sînor da ber guleyan. -
Polîsên Tirk, zarokê 11 salî yê li ber mala xwe dilîst birîndar kirin
Hêzên dewleta Tirk, li Cizîrê gule berdan zarokekî 11 salî yê li ber mala xwe dilîst û ew ji lingê wî birîndar kirin. -
Hevserokên KCD, HDK, HDP û DBP: Em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin
Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. -
Li Silopiyayê malek hat şewitandin
Li taxa Barbaros a Silopiyayê, ji ber guleya bombeavêjê malek bi temamî şewitî.