Rojavayî: Wê pêkhateyên Rojava ji bo gelê Bakûr canê xwe bikin çeper
Girseyên li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê kom bûne, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê pêkhateyên Rojava ji bo gelê Bakûr canê xwe bikin çeper û xwîna xwe jî bikin qelenê azadiyê.
Girseyên li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê kom bûne, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê pêkhateyên Rojava ji bo gelê Bakûr canê xwe bikin çeper û xwîna xwe jî bikin qelenê azadiyê.
Di çalakiya gelê bajarê Dêrikê, Girkê Legê û Tirbespiyê ya li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek hat xwendin.
Daxuyaniya ku hate xwendin wiha ye:
“YPG û YPJ’ê li herêmên Rojavayê Kuridistanê gelek destketî bidest xistin, û karîbûn bi lehengî herêmên Rojava rizgar bikin, ne xasim piştî rizgarkirina Kantona Kobanê, bajarê Girê Spî û Çiyayê Kizwana, her wiha piştî ku kantona Cizîrê û Kobanê gihiştin hev, piştî serketina HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hizêranê de, êdî çeteyên AKP’ê bi çavdorî û hovîtî êrîşên Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîlayên HPG’ê kirin. Bi vê yekê re dest bi girtina siyasetmedar û şaredarên Kurd kirin. Dewleta Tirk li herêmên Kurdan ên ku xwerêveberî hatin îlankirin, mîna Gever, Nisêbîn, Farqîn, Silopiya, Sûr, Amed, Kerboran û Cizîra Botan gelek komkujî pêk anî.
Ji bo çavê gel bişkînin, hêrsa dilê gel sar bikin û vîna wê ya azadiyê binpê bikin, bi hemû cureyên hovîtiyê bi ser de çûn, bi tank û topan êrîşî taxên xwerêveberiyan kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd zêde kirin.
Tevî van êrîşên hovane jî nikarin hêrsa gel sar bikin û vîna wê ya azadiyê bişkînin. Hikûmeta AKP’ê û hevalbendên wê nikarin bi ‘Xendekên Bêrûmetiyê û lêkirina Dîwarê Şermê’, bi êrîş û komkujiyan baweriya Kurdan bişkînin û wan dûrî daxwazên wan bikin.
Gel li ser ramanên Spartakusê Kurdan Rêber APO, hatiye perwerdekirin, çawa ku çeteyên DAIŞ’ê li Rojava têk çûn, wê çeteyên Erdogan jî li Bakûrê Kurdistanê têk biçin. Wê alên xwerêveberiyê li ser bajarên Kurdistanê bihejin. Wê gelên Kurdistanê bi azadiya xwe şa bibin. Bakûr û Rojava wê bi hev re dîlana azadiyê bigerînin, wê sînorên di navbera xwe de rakin û têlên riziyayî biqetînin.
Em wek gelê Rojavayê Kurdistanê Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û Keldan, em ê ne tenê piştgiriya Bakûr bikin, her wiha em ê cane xwe jî ji bo wan bikin çeper û mertal, em ê xwîna xwe jî bikin qelenê azadiya gelê xwe. Ji bo em nehêlin agirê berxwedana Bakûrê Kurdistanê melûl bibe, em ê mil bi mil govenda azadiyê bigerînin û dîlana serketinê li dar bixin û em ê xwerêveberiya xwe li hemû gund û bajaran biparêzin.”
Li wir li ser navê Ciwanên Êzidî Elî Pîr axivî û got: “Wek ciwanên Kampa Newroz, em berxwedana Bakûr silav dikin. Bila çeteyên Erdogan bizanibin ku em ti caran serê xwe ji wan re natewînin. Dewleta Tirk gelek ferman bi serê gelê Êzidî aniye, ew ji herêmên wan koç kirine, niha jî wan ber bi Ewropayê ve dişîne. Ciwanên Bakûr ku baweriya wan bi ramanên Ocalan tên, em ji zordariya çeteyan xelas kirin, ji ber vê yekê em soz didin şehîd û gelê xwe ku li ser rêya wan em ê bimeşin.”
Li ser navê Desteya Rêveber a PYD’ê, Yekîtiya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Saziya Malbatên Şehîdan û Komîteya Bîr û Baweriyan a Kantona Cizîrê axaftin hatin kirin. Di van axaftinan de jî hate gotin ku şoreşa Bakur şoreşa Rojava ye, ango binketina şoreşa Bakur tê wateya binketina şoreşa Rojava û bang hate kirin ku divê gelê Rojava bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide Bakur.
Axaftvanan, gotinên Erdogan ên dema bajarê Girê Spî ji çeteyan hat rizgarkirin bi bîr xistin, Erdogan gotiye “Çi herêmeke ku Kurd lê hebe, em ê dijberiya wê bikin, em matmayî man ku me hişt li Başûr herêmeke wiha çêbibe.” Axaftvanan gotin ku tevî vê yekê jî rêveberiya Başûr diçe û bi wan re hevpeymanan îmze dike û dostaniya dijminên Kurdan dike.