KCD, HDK, DBP û HDP li Amedê civiyan û dan xuyakirin ku ew destekê didin gel. Di daxuyaniyan de banga mezinkirina berxwedanê hat kirin û ji AKP'ê re hat gotin, "Tu yê têk biçe". Demîrtaş di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê biryarên girîng werbigirin û bixin meriyetê. Demîrtaş banga mezinkirina berxwedanê li gelan kir.
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, li avahiya KCD'ê ya Amedê li hev kom bûn û li dijî terora AKP'ê û der barê berxwedana gel de daxuyaniyek dan.
DÎCLE: MASE JI ALIYÊ ERDOGAN VE HAT QELIBANDIN
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di axaftina xwe ya li vir de got, "Me xwest pêşniyara çareseriyê pêş bixin. Ev çareseriya xweseriya demokratîk e. Di 26-27'ê Kanûnê de piştî di kongreya KCD'ê ya pêk bê de em ê pêşkêşî raya giştî bikin. Em hêvîdar in wê bibe rêya derketina ji kaosê û derfetên çareseriyê pêk bên. Em di van rojan de salvegera komkujiya Roboskê dijîn. Saleke ku mirinên zêde çêbûbû. Di pêvajoya ku fikarên gelo wê tiştên xirabtir hebe dihat jiyîn de rayedarên dewletê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştre jî pêvajoyê destpê kir. Di Newroza 2013'an de bi fikra 'bila çek bêdeng bin fikir biaxivin" hêviyek hate afirandin.
Piştre, 2 salan hevdîtin û diyolog çêbû û bi Mutabaqata Dolmabahçeyê ve hate asteke fermî. Di wê mutabaqatê de piştî ku li ser 10 madeyan de hevdîtîn bihata kirin bi çavdêriya Heyeta Çavdêr mutabaqat wê bihata kirin û birêz Ocalan wê ji bo kongreyê bangawazî ji PKK'ê re bikira û bangawaziya danîna çekan bikira. Her tişt êrênî pêş diket, di vê pêvajoyê de hemû kes dizane ku birêz Serokkomar got mutabaqat şaş e, pirsgirêka kurd tineye, pêwîstî bi heyeta çavdêr tineye û maseya diyologê ya ku nêzî du sal û nîvan berdewam kir qeliband. Ev ji bo hemû kesan windahî ye."
DEWLET ÇIMA JI DORA MASEYÊ RABÛ?
Dîcle axaftina xwe wiha dewam kir:
"Ev daxwazên gel ên xwerêveberiyê ku li xendekan tê asêkirin wê demê li ser maseyê dihat nîqaşkirin û axaftin. Heta herî dawî birêz Ocalan gotibû ku ew ê li şûna xweseriya demokratîk, demokrasiya xwecihî bikar bîne lê ev pêvajo hate xerakirin. Dîsa wê bê bîra we, li Cizîrê xendekên ku bûbû sedama girtinan li ser maseyê hatibû nîqaşkirin û hatibû girtin. Ev jî nîşan dide ku hemû pirsgirêk bi axaftinê dikare bê axaftin û çareserkirin.
Li gorî me 3 tiştan hişt ku dewlet ji maseyê rabe. Ya yekemîn pêşketinên li Rojava û rewabûna PYD'ê di raya giştî de, ya duyemîn yekbûna du kantonên Rojava û têkçûna AKP'ê, serketina HDP'ê jî dema ku lê zêde bû pêvajo hate xirakirin. Eger Mutabaqata Dolmabahçeyê berdewam bikira ev rewşa îro nedihat jiyîn.
DESTEKA JI BO XWERÊVEBERIYÊ
Îro êdî pirsgirêk ne pirsgirêka xendekan e. Daxwazên azadiyê yên gelê me tê tesfiyekirin. Daxwaza xwerêveberiyê maf e. Ev di peymanên navneteweyî de jî hatiye misogerkirin, maf e û rewa ye. Em wekî KCD xwedî li vî têkoşînê derdikevin. Konsepta şer a hikûmetê bêexlaq e, nehîqûqî ye.
Çawa kesên ku piştî îsyana Agiriyê yên digotin 'Kurdistana xeyalî li vir meftun e' piştî demeke fêm kirin pirsgirêka kurd bi dawî nebûye darbekarên îro jî wê nikaribin daxwazên gel tine bikin gelê me wê daxwaza xwerêveberiyê berdewam bike."
IRMAK: DAGIRKERÎ WÊ BI SER NEKEVE
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku terora dewletê ya li Kurdistanê, di asta dagirkeriyê de ye û wiha axivî: "Em êdî nikarin bêjin pevçûn an jî şer. Em encax ji vî rewşî re dikarin bêjin dagirkirin." Irmak, balê kişand ser berxwedana li Cizîr, Silopî û Sûrê jî û got "Em dibêjin daxwaza wan daxwaza me ye. Dagirkerî tu car biserneket, dê bisernekeve."
YUKSEK: DIVÊ LI GELÊ LI PIŞT BENDAN BÊ GUHDARÎKIRIN
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî diyar kir ku mesele ne pirsgirêka xendek û bendan e, mesela pirsgirêka Kurd e û wiha berdewam kir: "Gel li pişt wan bendan çi dibêje. Divê dewlet guh bide wan. Hikûmeta AKP'ê bû sedem ku were vê astê." Yuksek, AKP'ê ji ber polîtîkayên şer hişyar kir û got: "Hûn nikarin vî şerî qezenc bikin. Ji ber ku hûn neheq in. Hûnê winda bikin, bi ser nekevin. Bi hefteyan e qedexeya derketina kolanê îlan dikin, hûn dibêjin 'me xilas kir' 'me tine kir' lê ev gel serî li ber we natewîne. Em ê jî serî netewînin."
KURKÇU: YA BI DESTÊ BIRAYÊN XWE BIGIRIN, YAN JÎ QALA BIRATIYÊ NEKIN
Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu jî, bang li Rojavayê Tirkiyê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikeve nav tevgerê. Kurkçu diyar kir ku divê gelên Tirkiyê piştgiriya çareseriyê bikin û wiha axivî: "Ez bang li Îzmîrê dikim. Beriya niha gotin 'Kurd birayê me ne.' Niha birayên we yên Kurd di zorê de ne, hikûmet artêşê şandiye ser. An bi destê birayên xwe bigirin an jî car din behsa biratiyê nekin." Kurkçu di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên civaka sivîl jî kir ku ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê.
DEMÎRTAŞ: HÛN REBEN IN!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî bi vî rengî dest bi axaftina xwe kir: "Serokkomar, Serokwezîrê rojek du rojan li hember Pûtîn rabûn û dûre bûn mîna pisîkê; leşker şandin Iraqê û piştre quretî kir ku ew ê leşkeran venekişînin, lê piştre bi newerekî leşker vekişandin; Serokkomar û Serokwezîrê ku bi gotina 'one mînûte' li hember Îsraîlê rabû di nava şevekê de bi Îsraîlê re peyman mor kir. Ev Serokkomar û Serokwezîr dema dor tê Kurdan, dema dor tê Cizîrê hûn hingî xwe weke şêran dibînin? Li hemberî çend PKK'yiyan hûn bi 2 general û 10 hezar leşkeran li Cizîrê operasyona leşkerî dikin û bi vî rengî jî radibin xwe û karê xwe mîna qehremaniyê nîşan didin. Bi vê hêzê re meşandina operasyonê, bombekirina bajaran, êrîşa li hemberî gel a bi leşkeran re nîşan dide ku hûn çiqasî reben in."
'GEL JI XWE BAWER E KU EW Ê QEZENC BIKE'
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de ji AKP'ê û Erdogan re got, "Li her cihên ku hûn îro operasyonê lê dikin, tirs û panîk nîne. Rewşeke mîna cejn û şahiyê heye. Mirov li hemberî van operasyonan govendê digerînin. Ji ber ku ev mirov ji destpêkê ve ji xwe gelekî bawer in ku wê bi ser bikevin. Lê hûn çi dikin? Hûn radibin bi tankan li nava kolanan bombeyan li malan dibarînin. Hûn di qenalên xwe yên televîzyonê de nûçeyên derewîn çêdikin û dibêjin wan mizgeft xera kirin. Dibe ku nîvê Tirkiyeyê ji we bawer dike, dibe ku nîvê Tirkiyeyê tevî ku hûn diziyê dikin û li pişt we ye. Lê nîvê din?..."
'GEL WÊ LI HER DERÊ LI BER XWE BIDE'
Demîrtaş axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
Em ê careke din destûrê nedin ku zilm bê dubarekirin. Ew kesên ku bi gotina kortikan xendekan biçûk dibînin bila bizanibin, li dijî tankên Kenan Evren ên dimeşiyan hebûn kî bi ser ket. Şukur ku yên ku li dijî tankan li ber xwe didin hene. Bi deh hezaran leşkeran dişînin ev tê wateya ku li wir xendek tineye, gel heye. Li her derê gel li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Wisa bi gotinên mezin nekin. Hûn di rewşeke ku mirov ji xwe şerm bike de ne. Di destê we de hêj plana çareseriyê tineye. We tank xistine bajar, derketine qala demokrasî û destûra bingehîn dikin.
'EM Ê BIRYARÊN GIRÎNG WERBIGIRIN Û BIXIN MERIYETÊ'
Belê li dijî vê zilma we mirovên me hinekî tengasiyê dikişînin em di ferqa vê de ne. Lê operasyonên we zilmê dike. Yên ku mizgeft xera kirin peywirdarên dewletê ne. Ev dem wê dirêj nebe. Zilm wê bêdawî nebe. Em bi gelê xwe re mekanîzmayên çareseriyê nîqaş dikin em ê ji bo ku ev zilm bi dawî bibe berxwedanê xurtir bikin. Di hefteya bê de li Amedê KCD kongreya xwe pêk bîne û em ê tevlê bibin. Ji bo xwerêveberî bê nîqaşkirin em ê tevlîbûneke xurt bikin, biryarên girîng werbigirin û hemûyan jî bixin meriyetê. Eger bi nîşandana lûleya tankê difikirin ku me bitirsînin şaş in. Me tirsa mirinê ji zû ve ye derbas kiriye. Mirin emrê xwedê ye ger bibe bila birûmet be.
'HÛN ANCAX DIKARIN KANALÎZASYONÊ PAQIJ BIKIN!'
Hûn kî ne! Dibêjin; Operasyona paqijkirinê ya mezin e hûn kî ne? Hûn kê ji kû derê paqij dikin. Hûn ê ancax bikaribin kanalîzasyonê vî welatî paqij bikin. Vê jî li cihekî binivîsînin. Darbeya AKP'ê li xendekê qelibû û bela wela bûye. Em mafdar in û em ê bi ser kevin. Ji 7 salî heta 70 salê em ê dest bidin hev. Faşîzm bi ricayê nayê paşvexistin. Bi berxwedanê dikare paşvegav bê avêtin. Divê bêzarî nebe. Em hewl didin bi gelê xwe re li her derê berxwedanê xurtir bikin.
'VEGER NÎNE'
Veger ne li gorî şerefa vê dema dîrokî ye. Me malê kesekî nediziye, me mafê kesekî xesp nekiriye em dixwazin li axa xwe bi awayekî azad û bi rûmet bijîn û ev jî mafê me ye. Pratîka hikûmet di ti qanûnan de tineye. Walî suc dikin, nikarin qedexe îlan bikin. Polîs û waliyê dewletê derveyî qanûnan tevdigerin. Me ev gel dê çi bibe, dê giliyê dozgeran bike, dozger li hundir in, dê ji rojnamegeran re bibêjin rojnameger li hundir in. Ciwan xendekan dikolin. Riyekî din nîşan bidin bila bikin.
Hemû kesan tiştên ku dikarin bikin dikin. Eger hûn nikarin tiştekî bikin dua bikin. Eger nikarin tiştekî bikin dua bikin bi gotin em li cem yên li berxwedidin e bikevin dîrokê.
Demîrtaş herî dawî li ser pirsa rojnamevanekî ya "sîne-î milet" bersiva "jixwe em di sîneya gel de ne. Di rojeva me de nîqaşekî vekişandina ji meclîsê tineye" da.