Dewleta Tirk li sê bajarên Fransayê hat şermezarkirin
Li bajarên Fransa Marsîlya, Bordeaûx û Nantesê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd hatin protestokirin.
Li bajarên Fransa Marsîlya, Bordeaûx û Nantesê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd hatin protestokirin.
Li bajarên Fransa Marsîlya, Bordeaûx û Nantesê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd hatin protestokirin.
MARSÎLYA
Li Marsîlyayê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan û Komîsyona Dayikên Aştiyê bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Bi armanca protestokirina komkujiyên dewleta Tirk li Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Silopiya û Kerboranê dike, 30 jinan li Marsîlyayê li balafirgeha Marîgnane çalakî pêk anîn. Di çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir de dowîzên bi nivîsên "Li Kurdistanê sivîl tên kuştin, bêdengî hevkarî ye", "Dewleta Tirk bi DAIŞ'ê re Kurdan qetil dike", "Kurd li ber xwe didin", "Li Kurdistanê komkujî heye, bêdeng nebe", "Kurd li dijî barbarîzmê li ber xe didin" û wêneyên hovîtiya dewleta Tirk dike, hatin bilindkirin. Çalakgeran diyar kir ku heta ev şerê qirêj ê li Kurdistanê bi dawî bibe, ew ê çalakiyên xwe zêde bikin.
NANTES
Li başûrê Fransayê bajarê Nantesê, dewleta Tirk bi çalakiyeke girseyî hat protestokirin. Di mîtînga bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komeleya Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zîn de, terora dewletê hat şermezarkirin. Seroka Komeleya Jinê ya Zîn Gula Sor, nûnerê FEDA Alî Gul û nûnerê sendîkayê Sînan Zer li mîtîngê axivîn.
Qisekeran gotin, "Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li cem jinên Kurd ên li Cizîr, Silopiya û Sûrê li ber xwe didin e. Teror û zîhniyeta faşîst a AKP'ê wê li Kurdistanê têkeve binê axê." Çalakî piştî belavkirina belavokan bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûxê jî, li hemberî "qedexeyên derketina derve" û zextên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike, meşek hat lidarxistin.
Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî berxwedana Amedê", "Jin jiyan azadî" heta Serkonsolosxaneya Tirk a Bordeaûxê meşiya.
Piştî meşê girse li Place de la Comedie civiya û endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaxûê, endamên NPA û Ensemble axivîn û destek dan berxwedana gelê Kurd a li Kurdistanê.
Di çalakiyê de her wiha sînevîzyon hat nîşandan û ji bo komkujiyên mezintir neqewimin banga yekîtiyê hat kirin.