Li Dîlokê 3 kes hatin girtin

Ji 4 kesên ku li Dîlokê hatibûn binçavkirin, 2 jê zarok 3 kes hatin girtin.

Ji 4 kesên ku li Dîlokê hatibûn binçavkirin, 2 jê zarok 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Şahînbeg a Dîlokê duh êvarî piştî daxuyaniya çapemeniyê ya DBP/HDP’ê, zarokên bi navê Y.E.A, M.K., H.S. û Vedat Arçîl ê 18 salî yên li Taxa Vatan ji aliyê polîsên Tirk hatibûn binçavkirin, danê êvarî birin Edliyeya Dîlokê.

3 jê zarok 4 kes bi îdîaya “Endamê Rêxistinê ne” û bi daxwaza girtinê ve sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Ji 4 kesên ku li dadgehê îfade dan, H.S bi şertê edlî serbest hate berdan, her 3 kesên din jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa H a Dîlokê.