Kaya: Nisêbînê ser bilind e; serî natewîne
Hevşaredara Nisêbînê Kaya diyar kir ku wê AKP’e nikaribe serî li gelê Nisêbînê bitewîne. Kaya wiha got: “Gelê Kurd wê êdî rêya hedefa xwe şaş neke. Gelê Nisêbînê li ser piyan e.”
Hevşaredara Nisêbînê Kaya diyar kir ku wê AKP’e nikaribe serî li gelê Nisêbînê bitewîne. Kaya wiha got: “Gelê Kurd wê êdî rêya hedefa xwe şaş neke. Gelê Nisêbînê li ser piyan e.”
Hevşaredarê Nisêbînê Kaya diyar kir ku wê AKP’e nikaribe serî li gelê Nisêbînê bitewîne. Kaya wiha got: “Gelê Kurd wê êdî rêya hedefa xwe şaş neke. Gelê Nisêbînê li ser piyan e.”
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya têkîldarî “qedexeyên kolanan” û terora dewletê ji ANF’ê re axivî.
Kaya bi bîr xist ku tevî wehşeta tîmên Esedullah ên li Nisêbînê jî gel navçeyê naterikîne.
‘GELÊ NISÊBÎNÊ LI SER PIYAN E’
Kaya wiha ragihand: “Tevî hemû êrîşan jî gelê me bi serbilindî li ser piyan e. Coşa zarokên li wir jî di asteke herî jor de bû. Lê, em nizanin bê ka ev qedexe tenê ji bo 4 taxan e an jî ji bo tevahî Nisêbînê ye. Li gor gotinan, wê ji bo tevahî Nisêbînê pêk were. Mirovan di girtîgeha vekirî de digirin. Lê, gelê me tevî vê jî dadikevin kolanan. Bi navberdayina qedexeyan jî dixwaze gel koçber bike. Lê, gelê me ti carî paş de gav navêtiye, wê navêje jî. Hejmara welatiyên me yên di van 4 taxên qedexekirî de dijîn ji nifûsa 15 taxan zêdetir e.”
‘NIKARIN JI SER AXA WAN BIQEWITÎNIN’
Kaya destnîşan kir ku bi heman konsepta salên 1990’î yên ku bi sedan jiyangeh hatibûn valakirin re rû bi rû mane, gel li hember vê têdikoşe. Diyar kir ku şêniyên taxan wiha jê re gotine: “Çi dibe bila bibe, em dest taxên xwe bernadin.” Kaya bi bîr xist ku Nisêbîn ne gundek e, bajarek e û kes nikare wek salên 90’î ji ser vê axê biqewitîne û jiyana sirgûn bide jiyîn.
‘KES NIKARE ÎDÎA BIKE KU MALEK TINÊ JÎ JI NISÊBÎNÊ BI TEMAMÎ KOÇ KIRIYE’
Kaya li hember nûçeyên bi îdîaya gelê Nisêbînê koç dike tên amadekirin jî bertek nîşan da, “Li Nisêbînê bi qemyonekê jî malek nehatiye bargirkirin. Kesên ji kolanekê derbasî yeka din bûne hene, an jî ji taxekê derbasî taxên din bûne hene. Lê, kes nikare îdîa bike ku malek tinê jî ji Nisêbînê bi temamî koç kiriye.”