HPG: Li Mêrdînê çalakiya sabotajê hat lidarxistin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya sabotajê ya li Mêrdînê de 3 tîmên taybet bi giranî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de têkîldarî bomberdûmanên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin parvekirin.
LI MÊRDÎNÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Di daxuyaniya nivîskî ya HPG’ê de têkîldarî çalakiya li Mêrdînê ya 16’ê Kanûnê ev agahî hatin dayin:
“16’ê Kanûnê saet 15.45’an li ser rêya di navbera Mêrdîn û navçeya wê Şemrexê de dema derbasbûna wesayîta zirxî ya Akrep de hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî hat derbkirin; li gor agahiyên hat bidestxistin jî 3 tîmên taybet bi giranî birîndar bûne. Ev çalakiya ji bo bîranîna 3 hevalên me yên di encama operasyona li Mêrdînê şehîd ketibûn pêk hatiye.”
LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN
17-18’ê Kanûnê saet 19.00-05.00’an li ser herêma Garê, saet 19.00-10.00’an li ser herêma Zapê, 17’ê Kanûnê saet 15.30-20.00’an û 18’ê Kanûnê saet 02.00-04.00’an li ser herêma Metîna û li ser xeta sînor pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha, 17’ê Kanûnê saet 21.30-00.00’an li ser herêma Metîna, saet 10.30-21.30’an li ser herêma Zapê, bi awayekî bi navber tevgera balafirên şer çêbû.”