Gelê Pilûrê ber bi Qonaxa Hikûmetê ve meşiya

Li dijî qedexeyên kolanan ên li Kurdistanê protesto dewam dikin. Esnafan li navçeya Pilûr a Dêrsimê kepengên xwe girtin, ber bi Qonaxa Hikûmetê ve meşiyan, qetlîamên li Kurdistanê protesto kirin.

Li bajarên Kurdistanê li hember qedexeyên kolanan ên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê bertek her diçin mezintir dibin. Esnafan li navçeya Pilûr a Dêrsimê kepengên dikanên xwe girtin, bi hezaran kesên ku li navçeya nifûsa wê 3 hezar û 500 kes in, ber bi Qonaxa Hikûmetê ve meşiyan.

Girseya ku di nav de rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî hebûn, li pêşiya Hotela Tûrîstîk hatin cem hev, heta Qonaxa Hikûmetê bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” ve meşiya.

Li vir Rêveberê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Dêrsimê Mûrat Polat daxuyanî da, destnîşan kir ku wê li dijî qetlîamên sivîlan û qedexeyên kolanan ên li Kurdistanê dengê xwe bilindtir bikin.

Piştî daxuyaniyê, girseyê li pêşiya Qonaxa Hikûmetê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

...