Li Sûrê pevçûn: 3 tîmên taybet hatin kuştin

Dewleta Tirk dorpêç û êrîşên xwe yên li ser Sûrê zêde kir, îro di encama pevçûnan de 3 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Dewleta Tirk dorpêç û êrîşên xwe yên li ser Sûrê zêde kir, îro di encama pevçûnan de 3 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.
Li navçeya Sûr a Amedê qedexeya kolanan di roja 17. de didome, êrîşên dewleta Tirk li ser gel berdewam dike. Di encama êrîşên ku tevî tîmên taybet, polîsan, leşker û tank jî tê de cih digirin de pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, îro jî li naçeyê pevçûn û êrîşên dijwar rû dan.

Di dema van pevçûnan da li derdora Bazara Mast a li Taxa Hasirli, 3 tîmên taybet ên ku hewl dan bikevin nava taxê, di pevçûnê de hatin kuştin.

Têkîldarî vê agahiya ji çavkaniyên herêmî hê jî ji meqamên fermî ti daxuyanî nehatiye dayin.