Li Silopiyayê hêzên dewletê bi dehan mal şewitandin
Terora AKP’ê û hêzên dewleta Tirk a li ser Silopiyayê bi topbarankirinê ve malan dişewitîne.
Terora AKP’ê û hêzên dewleta Tirk a li ser Silopiyayê bi topbarankirinê ve malan dişewitîne.
Terora AKP’ê û hêzên dewleta Tirk a li ser Silopiyayê bi topbarankirinê ve malan dişewitîne.
Li taxên navçeya Silopiya ya Şirnexê topbarankirina hêzên dewleta Tirk didomin. Ji ber gulebaran û bombebarana ji tank û wesayîtên zirxî pêk tên, bi dehan mal şewitîn.
Li taxên berxwedanê yên Barbaros, Başak, Şehîd Harûn, Yenîşehîr, Cûdî û Nûhê topbaranek zêde pêk tê.
Li navçeyê, ev 5 rojên dawî li Taxa Nûhê herî kêm 3, li Yenîşehîr û taxên din jî bi dehan mal hatin şewitandin an jî hilweşandin.
Hêzên dewleta Tirk, ekîbên îtfaiyeyê yên ji bo vemirandina agir tên jî tehdît dikin û asteng dikin.