Li 4 bajarên Swîsreyê dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn
Li 4 navendên Swîsreyê bi hevdemî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat şermezarkirin û xwerêveberiyên gelê Kurd hatin silavkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), li bajarên Chûr, Lûzern, St. Gallen û Wînterthûr ên Swîsreyê bi hevdemî çalakî lidar xist. Di çalakiyan de terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin û xwerêveberî û berxwedana gelê Kurd jî hat silavkirin.
Kurdistaniyên li van her çar bajaran dijîn, bi hevdemî garên trenê dagir kirin û ji bo demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Di çalakiyan de bal hat kişandin şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û hat destnîşankirin, ku divê civaka Ewropayê li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, bêdeng nemîne.
Di çalakiyan de tim û tim dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn û bi pankart û dowîzên hatin vekirin re rûyê qetlîamker ê dewleta Tirk hat nîşandan. Hat destnîşankirin ku gelê Kurd wê di nava her şert û mercî de ti carî ji azadiya xwe venegere.