Li Kerboranê ku qedexeya kolanan di roja 8. de dewam dike, Neve Bulbul a 55 salî ya li Taxa Safa dijî, di encama parçeyekî ku nehat zelalkirin bê çiye, li çavê wê yê çepê ket bi giranî birîndar bû. Ji ber ambûlans nikare bikeve taxê, nahêlin Neve Bulbul biçe nexweşxaneyê.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku qedexeya kolanan di roja 8. de dewam dike, di êrîşên zêde yên li hember îlana xwerêveriyê ya gel de, Neve Bulbul a 55 salî ya li Taxa Safa dijî, di encama parçeyekî ku nehat zelalkirin bê çiye, li çavê wê yê çepê ket, bi giranî birîndar bû. Ekîbên ambûlansê yên gel bang li wan kir gotin, “ewlehiya canê me tineye, birîndar bînin Qereqola Jenderme ya Navçeyê”, neketin taxê. Gel li hember vê rewşê bertek nîşan da, diyar kir ku nuqteya ku behsê dikin pir dûr e û bi xeter e. Gel bi fikar e ku dema birîndar bibe wê nuqteyê, windahiya can çêbibe.