Cerdevanên Şirnexê: Em li dijî gelê xwe şer nakin, em ê nekin jî

Cerdevanên li navçeya Cizîrê û Kûmçati yên Şirnexê diyar kirin ku tevlî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Cizîr û Silopiyayê nebûne û nabin jî.

Cerdevanên li navçeya Cizîrê û Kûmçati yên Şirnexê diyar kirin ku tevlî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Cizîr û Silopiyayê nebûne û nabin jî. Sercerdevanê Kûmçati û hin cerdevanên li Cizîrê yên ji malbata Atak xwe gîhandin Parlameterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, gotin: “Em tevlî operasyonan nebûne û em nabin jî.”

Hêzên dewletê ji bo qedexeyên kolanan ên li navçeyên Silopiya û Cizîr ên Şirnexê û êrîşan de hewl dide cerdevanan jî bikar bîne, lê ev daxwaz ji aliyê cerdevanan nayê pejirandin. Ji bo hin operasyonên li Şirnexê, medyaya alîgir a AKP’ê radigihîne ku tevahî cerdevanê li Şirnexê tevlî êrîş û operasyonan dibin. Cerdevanan xwe gîhand Sariyildiz, detnîşan kirin ku ev propaganda û nûçe derew in.

‘EM DI OPERASYONAN DE CIH NAGIRIN’

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkîldarî mijarê agahî da ANF’ê, wiha got: “Îro sercerdevanên Kûmçati xwe yekser gîhandin min. Her wiha ji sercerdevanên Cizîrê Kamîl Atak bi awayekî ne yekser peyam ji min re şand. Ragihandin ku cerdevanên Kûmçati û Cizîrê di êrîşên dewletê yên li Silopiya û Cizîrê de cih nagirin.”

‘EM LI DIJÎ GELÊ XWE ŞER NAKIN’

Sariyildiz wiha dom kir: “Cerdevan dibêjin, ‘êdî em naxwazin bi gelê xwe re şer bikin, nûçe û propagandayên heyî derew in. Bila me bi gelê me re dijber nekin, em êdî naxwazin bi gelê xwe re şer bikin.’”

Sariyildiz ragihand ku di hin operasyonan de hin cerdevan cih digirin, lê bi giştî cerdevanên li Şirnexê di vê pêvajoyê de helwesta wan ew e ku bi gel re şer nakin.