Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê: Divê mêtingeriya Tirk ji Kurdistanê bê rakirin
Di daxuyaniya Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê de wiha hat gotin: “Divê mêtingeriya Tirk di serî de Botan, li tevahî Kurdistanê ji holê bê rakirin.”
Di daxuyaniya Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê de wiha hat gotin: “Divê mêtingeriya Tirk di serî de Botan, li tevahî Kurdistanê ji holê bê rakirin.”
Di daxuyaniya Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê de wiha hat gotin: “Divê mêtingeriya Tirk di serî de Botan, li tevahî Kurdistanê ji holê bê rakirin. Em bang li rewşenbîr, demokrat, doktor, mamoste û hwd. yên ku rola derxististina cewherê civakbûnê girtine ser milên xwe dikin ku saziyên hatine valakirin desteser bikin û bi gel re sîstema alternatîf ava bikin. ”
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê ya ku ji tevahî pîroziyên dîrokî, nirxên gerdûnî, mirovî re bûye dergûş, îro ji aliyê rejîmên zalim û zorbe ve tevahî nirx di şexsê gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê de di qirkirinê re tê derbaskirin, hewl didin ji holê rakin.
‘MODELA SRÎ LANKA LI KURDISTANÊ DI MERIYETÊ DE YE’
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê destnîşan kir ku gelê Kurd bi pêngava xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên topyekun û nêzîkatiyên înkarker ên dewleta AKP’ê yên ku tevahî hewldanên aştîxwaz ên gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nedîtî ve tê û serketinê siyasî hezm nake, nîşan daye ku ne bê alternatîf û çare ye. Însiyatifê bal kişand ku bi vê pêngavê ve gelê Kurd û tevgera wê ji bo nirxên mirovatiyê din av berxwedanek topyekun de ye.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê got: “Çeteyên dewleta AKP’ê û Erdogan li ser gelê Bakûr modela Srî Lanka bikar tînin, konsepta îmhaya topyekûn xistine meriyetê. Niha tiştê ku li Cizîr û Silopiyayê pêk tê yek bi yek modela Srî Lanka bi xwe ye. Ji niha û şûn de benê zirav bûye qetiyaye.” Însiyatîfê diyar kir ku berxwedana li hember vê rejîma zalim û zorbe êdî bûye mijara rûmet û şerefê. Însiyatîfê diyar kir ku kesên li dijî vê faşîzmê li ber xwe nedin, pasîf, hevsengîxwaz, bi fikar, bendewar bijîn di nav gaflet û îxanetê de ne.
“HEMÛ SAZIYÊN NÊZÎ MÊTINGERIYA AKP’Ê HEDEF IN’
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê ragihand ku tevahî saziyên nêzî AKP’ê û tevahî rêveberiyên AKP’ê di hedefa wan de ye, wiha berdewam kir: “Lewre pêwîst e kesên ji aşê qirkirinê yên saziyên dewleta Tirk û dezgehên civaka sivîl re avê dibin ji vê rêyê vegerin, li cem doza mafdar a gelê xwe cih bigirin.”
‘PÊWÎST E CERDEVAN NEBIN AMÛRÊN ŞERÊ QIRÊJ Ê AKP’Ê’
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê wiha got: “Dijmin bi tevahî rêbazên qirêj nikarîbû berxwedana gelê me bişkîne, niha dixwaze Kurdan bi Kurdan bide şkandin. Li ser vî bingehî hewl dide cerdevanan li hember gelê me, tevgera me bide şerkirin. Lewre em bang li mirovên xwe yên di sîstema cerdevantiyê de cih digirin dikin ku ji şerê qirêj ê AKP’ê re nebin amûr û li cem gelê xwe cih bigirin.”
“BI ÎFLASA MÊTINGERIYÊ VE DIVÊ GELÊ ME SAZIYÊN MÊTINGERIYÊ DESTESER BIKE’
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê wiha pê de çû: “Bi taybet li Botanê, li tevahî Kurdistanê mêtingerî di qadên siyasî, çandî, aborî û gelek waran de îflas kiriye, ji bilî şîdeta leşkerî ya tazî ti hebûna wê nemaye. Wê gelê me bi hêza xwe ya cewherî ve mêtingeriyê bi bin bixe û li ser esasê xweseriya demokratîk wê jiyana xwe ava bike. Saziyên dewleta Tirk bi kişandina mamoste û memûrên xwe ve rewabûna xwe bi temamî winda kiriye. Gelê me êdî xwedî wê rewabûnê ye ku dikare saziyan desteser bike. Pêwîst e di serî de Botan, mêtingeriya Tirk ji tevahî Kurdistanê bê rakirin. . Em bang li rewşenbîr, demokrat, doktor, mamoste û hwd. yên ku rola derxististina cewherê civakbûnê girtine ser milên xwe dikin ku saziyên hatine valakirin desteser bikin û bi gel re sîstema alternatîf ava bikin.
‘DIVÊ GELÊ ME DI BIN TI ŞERT Û MERCÎ DE DEST JI AXA XWE BERNEDE’
Mêtingeriya Tirk bi êrîşên îmhayê ve bi koçkirina gelê Kurd, valakirina axa Kurdistanê kiriye armanç. Pêwîst e gelê me ji cihê xwe veneqete û polîtîkayên îmhayê vala derxe.
Di serî de Botan, divê gelê me li ser esasê pîvanên welatparêziyê de kolanên xwe, taxa xwe, axa xwe neterikîne, li her derê li kolana xwe, taxa xwe, bajarê xwe û axa xwedî derkeve, axa xwe biparêze.
‘SERKETINA BOTANÊ SERKETINA MIROVAHIYÊ YE’
Eger Botan bi ser bikeve wê tevahî Kurdistan û mirovahî bi ser bikeve. Wê serketina Botanê, serketina tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn be. Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê Botanê dikin ku ji meşa şoreşa Kurdistanê re pêşengtiyê bike, heta serketinê, bi ruhê berxwedanê yê Cizîr, Silopiya, Kerboran, Sûr û Nisêbînê bê navber serhildanan mezin bike.”