Polîsên Tirk, zarokê 11 salî yê li ber mala xwe dilîst birîndar kirin

Hêzên dewleta Tirk, li Cizîrê gule berdan zarokekî 11 salî yê li ber mala xwe dilîst û ew ji lingê wî birîndar kirin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl dewam dikin. Li taxa Cûdî, zarokê 11 salî Alî yê li ber mala xwe dilîst, ji ber gulereşandina tîmên taybet ên dewleta Tirk, ji lingê xwe birîndar bû. Zarokê ku paşnavê wî nehat zanîn, ji ber êrîşên giran nikare biçe nexweşxaneyê. Alî bi birîndarî li taxê tê sekinandin.

Li navçeyê ku hînê êrîş ê giran e, di nava 5 rojan de 2 kes hatin qetilkirin, 3 jê zarok 7 kes birîndar bûn.