Li Cizîrê zarokekî din hat qetilkirin

Li Cizîrê êrîşên hêzên dewletê bê navber berdewam dikin û di encama êrîşan de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn û zarokê bi navê Îbrahîm Akan ê 15 salî jî hat qetilkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gel berdewam dikin. Di encama êrîşan de topa ji tankê hate avêtin li malekê ket û di encama êrîşê de zarokê bi navê Îbrahîm Akin ê 15 salî hat qetilkirin. Di topbarana li hember taxên Yafes, Sûr, Cûdî û Nûrê de gelek malan zerar dît. Li taxa Sûrê di encama topbarana tankan de zarokê bi navê Kasim û Kadîr Çomlek birîndar bûn û zarokê bi navê Îbrahîm Akan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akan û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 

Li bajar êrîş berdewam dikin û li hember êrîşan berxwedana gel jî her ku diçe mezintir dibe.