Li Silopiyayê malek hat şewitandin

Li taxa Barbaros a Silopiyayê, ji ber guleya bombeavêjê malek bi temamî şewitî.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê ku ev 5 roj in êrîşên giran lê tê kirin, hêzên dewlet Tirk topan diavêjin nava taxên berxwedanê.

Guleyeke bombeavêjê ya li malek li nêzî Dibistana Seretayî ya 23 Nîsanê ket, rê li ber şewatêv ekir. Ji ber vê bombeyê mal şewitî.

Topbarana li hemberî taxê tê kirin, dewam dike. Gelê Kurd jî berxwedana xwe ya li hemberî êrîşên giran didomîne.