Gelê Amedê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide /HAT NÛKİRİN
Bi hezaran Kurdistaniyên xwestin ber bi Sûrê ve bimeşin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Girseya gel a li nava kolanan belav bû, li ber xwe dide.
Bi hezaran Kurdistaniyên xwestin ber bi Sûrê ve bimeşin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Girseya gel a li nava kolanan belav bû, li ber xwe dide.
Bi hezaran kesên li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk a li Amedê civiya, li dijî êrîşên dewleta Tirk xwest bimeşe Sûrê, lê rastî êrîşa polîsan hat.
Tevî êrîşên bi gaza îsotê û ava şid jî, Kurdistanî li nava kolanan li ber xwe didin.
Li Kolana Ofîs Gevranê, 3 kes bi zorê li wesayîtên Ford Ranger hatin siwarkirin û binçavkirin.
Girseya gel a li Kolana Hunerê ya êrîş lê tê kirin civiya dirûşmên "Her der Sûr e, her der berxwedan e" qîriya û dest bi berxwedan û xweparastinê kir.
Li gor agahiyên herî dawî, li Cadeya Ekîncîler tîmên taybet hewl dan ciwanekî binçav bikin. Lê bi berxwedana gel û kedkarên çapemeniyê ciwan ji destê polîsan hat rizgarkirin. Polîsan li ser zarokekî şîdet bikar anîn û binçav kirin.
Tîmên taybet niha hewl didin bikevin avahiyek li Ofîsê û gelek kesên di avahiyê de binçav bikin. Bi sedan kesên ku ji bo vê êrîşa polîsan bişkînin li pêşiya avahiyê kom bûn. Bi sedana kesên ku di nav de Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî heye, bi dirûşmeyan berxwedana xwe didomînin…
Li giştî bajar hejmara binçavkirinan her diçe zêde dibe. Lê ji ber lig elek qadan pevçûn didomin, agahiyên zelal jî bi dest nakevin.