Li Silopiyayê 4 jê giran bi dehan birîndar hene

Li Taxa Cûdî ya Silopiyayê bi tank û wesayîtên zirxî ve dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember gelê sivîl didomîne. Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk herî kêm 4 jê giran bi dehan kes birîndar bûn.

Li Taxa Cûdî ya Silopiyayê bi tank û wesayîtên zirxî ve dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember gelê sivîl didomîne. Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk herî kêm 4 jê giran bi dehan kes birîndar bûn.

Hêzên dewletê yên li ser avahiyên bilind ên Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê ku ev 5 roj in rêveberiya awarte û êrîşên zêde didomin, bi cih bûne, gelê sivîl kirin hedef. Hêzên dewletê tax dorpêç kirin, bi wesayîtên tank û zirxî ve hewl didin bikevin taxê, sekvanên li derdora taxê hatine bicihkirin jî herî kêm 4 jê bi giranî birîndar, gelek kes birîndar kirin.

Hate ragihandin ku rewşa birîndaran cîdî ye.

Li Taxa Cûdî, tevî giştî êrîşan jî gel xweparastina xwe didomîne, li ser taxê êrîş zêde bûne. 

Her wiha ji Taxa Yenîşehîr, ji ser Cadeya Hastane ber bi taxên Nûh û Başakê ve gelek tank û wesayîtên zirxî ber bi taxan ketin nav tevgerê.

Li Taxa Cûdî ji ber êrîşan mala kesekî astengdar hilweşiya. Hevser û zarokê kesê astengdar di bin xirbeyê xanî de man, ji ber êrîşan mudaxele nayên kirin.