Li Cizîrê li hember êrîşên zêde berxwedana gel didome

Li Cizîrê ji wesayîtên zirxî yên Tirk ên li lûtkeyan hatine bicihkirin, êrîş didomin, berxwedana gelê ku kolanên xwe naterikîne jî dewam dike.

Li Cizîrê ji wesayîtên zirxî yên Tirk ên li lûtkeyan hatine bicihkirin, êrîş didomin, berxwedana gelê ku kolanên xwe naterikîne jî dewam dike.

Êrîşên li hember navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ev ketin roja 5., di danê êvarî de zêde bûn. Topbaran û gulebarana leşker, cerdevan û polîsan ên li ser gel didome. Îro danê êvarî, li ser qada ku Mala Şînê û Gel lê ye, ya li Taxa Cûdî êrîşek bi çekên lûledirêj pêk hat.

Her wiha, wesayîtên zirxî yên li Girê Eşqê yê li Taxa Nûrê jî topan dibarînin. Di encama êrîşan de li taxa Nûrê gelek mal xera bûn, gelek mal jî şewitîn. Gel ji ber êrîşên zêde nikarîbû mudaxeleyî şewatan bike. Taxa Yafesê ya berxwedan lê didome jî bi topan hat bombedûmankirin. Tevî êrîşên giran jî, li Taxê ciwan û gel berxwedana xwe li kolanan didomîne.

Li Taxa Cûdî li hember sirûdên ku guhdarkirina wan bi sistemên deng ên li gelek nûqteyan bi cih kirine, li ser gel ferz dikin, gel jî govenda berxwedanê digerîne.