Li hember terora AKP’ê protesto zêde dibin

Li hember terora hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê protesto didomin. Gel li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daket kolanan, li dijî polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê bertek nîşan da.

Li hember terora hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê protesto didomin. Gel li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daket kolanan, li dijî polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê bertek nîşan da. Hate destnîşankirin ku talîmata qetlîaman Erdogan dide.

MERSÎN

Di pêşengiya Meclîsa Rêxistina HDK’ê ya Bajarê Mersînê de hewldanên protestokirina pêkanînên rêveberiya awarte û terora AKP’ê çêbû. Lê, polîsan çalakiya demokratîk asteng kirin.

Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya Rêxistin HDP’ê ya Bajarê Mersînê hatin cem hev, pankart vekirin, dirûşmên, “Qatil dewlet ji Kurdistanê biceheme”, “Qatil Erdogan” hatin gotin. Hevşaredarên Akdenîzê Yuksel Mûtlû, Fazil Turk, Emek-Der, Yakay-Der, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan bi TOMA’yan ketin û derketina kolana ku avahî lê ye girtin, ji girseyê ku xwest derkeve Cadeya Îstîklalê bûn asteng. Polîsan bi hinceta, “Ji bo ewlehiya we em destûrê nadin” anîn ziman, li ser vê jî girse derbasî çalakiya rûniştinê bû. Dema çalakiya rûniştinê, faşîstekî di destê wî de ala Tirkan xwest provakasyonê ava bike.

DAYIKÊN AŞTIYÊ BERTEK DAN POLÎSAN

Girseyê diyar kir ku divê kesên talîmatên qetlîaman didin bên dadgehkirin. Dayikek Aştiyê dema çalakî berdewam dikir, ji barîqata polîsan re axivî, got bi salan e ji aliyê dewletê tên qetilkirin û her cure zilm dîtine.
Yek ji çalakvanan jî rabû û destnîşan kir ku kesê talîmata qetlîamê daye Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Mersînê Selman Gunbat jî di çalakiyê de axivî, got: “Kesên nikarin pêşî li qetlîaman bigirin, nikarin me biparêzin.”

Çalakiya ku wê li Parka Zarokên Azad çêbibûya, bi daxuyanî hat bidawîkirin.

ÎZMÎR

Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê ji bo protestokirina “qedexeyên kolanan” ên li Kurdistanê, terora dewletê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li pêşiya Sumerbanka kevn a li Konakê çalakiyek rûniştinê li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiyên bûn, pankart hat vekirin, dirûşma, “Gelê Kurdistanê ne bi tenê ye” hate berzkirin.

Li ser navê dayikan Cemîle Aydin axivî, bi bîr xist ku her roj li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin, wiha berdewam kir: “Em êdî dixwazin ev şer bi dawî bibe. Ji bo aştiyek bi rûmet divê alî li ser maseyê rûnin.”
Çalakiya rûniştinê ya ku saetekê berdewam kir, bi tîlîlî û çepikan ve bi dawî bû. 

SÊRT

Çalakiya rûniştina ya di pêşengiya DBP’ê û HDP’ê de ji bo protestokirina qedexeyên kolanan ên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Kerboran û Nisêbînê hatine îlankirin hat lîdarxistin, di roja 2. de bi dawî bû.

Piştî çalakiya rûniştina ya li pêşiya Şaredariya Sêrtê, Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Bajar Kamûran Kalkan axivî, destnîşan kir ku wê li hember pêkanînên înkar, îmha û qirkirinên sîstematîk ên dewleta AKP’ê bê deng nemînin, wiha berdewam kir: “Ev 2 roj in, me li hember vî şerî çalakiya rûniştinê ya bi awayekî demokratîk pêk anî. Ji niha û şûn de jî em ê bertekên xwe bi rêyên demokratîk, rewa bînin ziman.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 

 RIHA

Li navçeya Wêranşar a Rihayê, bi sedan kes di pêşengiya DBP, HDP, KJA’yê de hatin cem hev, bi meşekê ve “qedexeyên kolanan” protesto kirin. Girseya ku li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê hatin cem hev, ber bi Parka Maliye ve dest bi meşê kir. Piştî meşê rêz hate girtin.

Di çalakiyê de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Ayşe Surucu daxuyanî da, got hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê sûcê mirovatiyê pêk tîne. Surucu wiha axivî: “Pêwîst e desthilatî van êrîşana bi dawî bike. Ewlehiya raya giştî ewlehiya gel e. Bi tehdîtkirina ewlehiya gel, ewlehiya raya giştî pêk nayê. Tiştê ku ewlehiyê pêk bîne firehkirina qadên azadî û demokrasiyêye.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin.

AYDIN

Li Aydinê li dijî terora dewletê ya li Kurdistanê daxuyanî çapemeniyê hat dayin. Daxuyanî li Şaxa Aydinê ya Egîtîm Senê hat dayin.<