Salih Muslim derbasî Rojava bû

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm ji Hewlerê derbasî Rojava bû.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê ku duh êvarî bi rêya hewayî ji Ewropayê hat Hewlêrê, derbasî Rojava bû.

Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso got, nûçeyên wek wê Salih Muslim bi PDK’ê re hin mijarên li ser Efrînê biaxive yên ku di çapemeniya PDK’ê de cih digirin ne rast in, wiha berdewam kir: “Planek wiha ya Hevserokê me tineye. Tenê ji bo ji Hewlerê derbasî Rojava bibe hatibû û îro jî derbasî Rojava bû.”