Heyeta HDP’ê gihişt Şirnexê

HDP’ê li hember qedexeya kolanan, ji 3 heyetan heyeta ku şand Şirnexê, gihişt cihê xwe.

HDP’ê li hember qedexeya kolanan, ji 3 heyetan heyeta ku şand Şirnexê, gihişt cihê xwe.

Heyeta HDP’ê ya ji Parlementerê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Berdan Ozturk, Bûrcû Çelîk Ozmen û Lezgîn Botan pêk tên, gihişt Şirnexê ya ku terora dewletê lê bilind dibe. Heyetê Şaredariya Şirnexê ziyaret kir, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, rêveberên HDP-DBP’ê yên bajar, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadîrhan pêşwaziya heyetê kir. Piştre jî heyetê têkildarî bernameya xwe ya sibehê rewş nirxand.

Tê payîn ku heyet di saetên sibehê de biçe navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên ku êrîş lê zêde ne.