KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Terora dewletê li Ewropayê tê protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Kurdistaniyên li Elmanya, Fransa, Îngilîstan, Îtalya û Awûstûryayê beşdarî çalakiyên protestoyî bûn, dewleta Tirk şermezar kirin. -
Xurmatûyî: Em naxwazin leşkerên Tirk li nava xaka me bin
Şêniyên Xurmatû diyar kirin ku hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bi ti awayî bi kêrî gelê Kurd nayê û destnîşan kirin, ku dewleta Tirk ne ji bo xatirê Kurdan hatiye. -
'Eger êrîşek li dijî Şengalê destpê bike, wê PDK di nav de hebe'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn diyar kir ku serdana li Tirkiyeyê, ji bo nixumandina armancên Tirkiyeyê yên emperyalîst hatiye kirin. -
Gelê Cizîrê li dijî êrîşan di berxwedanê de ne
Gelê Cizîrê li hember qedexeya kolanan û qetlîaman berxwedana xwe didomîne. Gel li taxan dest bi meşê kir. Bi hezaran kesên ku herikîn kolanan, li tevahî taxan agir pêxistin, li êrîşên dibe ku pêk werin dest bi nobetê kirin. -
Li Dêrsimê ciwanan çalakî li dar xist
Ciwanan li Dêrsimê Qada Azadiyê li çûyin û hatinê girt û qedexeya kolanan a dewlata Tirk protesto kir. -
Topbarankirina tankan a li dijî Sûrê bi kamerayan hat kişandin
Topbarana navçeya dîrokî ya Sûrê ya bi tankên bi palet a leşkerên ku wek teqwiyeya tîmên taybet hatin navçeya Sûrê ya Amedê, bi kamerayan hat kişandin. -
Li Dortmundê polîsan êrîşî çalakvanan kir, 4 çalakvan binçav kirin
Girseya ku ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê çalakî li dar xist rastî êrîşa polîsan hat. 4 çalakvan hatin binçavkirin. -
Li pêşiya PE’yê çalakiya protestoyê
Meclisa Jinan a Berîtan a li paytexta Bruksel ya Belçîkayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê îro li pêşiya avahiya PE’yê çalakî li dar xist. -
Êrîş li Kerboranê didomin
Li Kerboranê leşker û tîmên taybet trafoyên elektrîkê hedef girtin, di encama gulebaranê de elektrîka beşek mezin a navçeyê qut bû. -
Piştgiriya Surê bi çalakiyên didome
Gel ku li hember qedexeya li Surê didome, li semtên cuda yên Amedê li ser cadayan bendan ava dikin. -
Nejat Agirnasli hat oxirkirin: We mirovatî rizgar kir
Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîmê de Bav Agirnasli ji şervanan re got: “We mirovatî rizgar kir.” -
Li Efrînê êrîşên çeteyan hat şkandin
Êrîşên çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ên li hember gundên Efrînê, ji aliyê şervanên HSD û YPG’ê hatin şkandin. -
Encu: Li Sîlopiyayê sewqiyatê dikin!
Piştî “qedexeya kolanan” a duh êvarî li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat îlankirin, hêzên dewletê dibistanên li bajar veguherandin qişlayan, dest bi sewqiyata leşkerî kir. -
Komalên Ciwan: Divê berxwedan li metropolên Tirkiye belav bibin
Koordînasyona Komalên Ciwan, li hember êrîşên li dijî qadên xwerêveberiyê daxuyaniyek nivîskî weşand. -
Nûçe gîhanê li Sûrê nûçe dişopand hat girtin
Xebatkarê Azadiya Welat Denîz Babîr ê dema li Sûrê nûçe dişopand hatibû binçavkirin, hate girtin. -
Li Farqînê teqîn: 3 polîs mirin/HAT NÛKIRIN
Li gor agahiyên destpêkê, 3 polîs mirin, 2 polîs jî birindar bûn. -
Amedî bi biryar in: Em ê berxwedanê bidomînin
Piştî civîna komê ya li şaredariyê hat lidarxistin, bi sedan kes ber bi Qada Dagkapi meşiyan. -
DBP: Bê navber çalakî bên domandin
DBP’ê destnîşan kir ku AKP’ê konsepta şer derbasî mertebeyek nû kiriye û wiha got: “Divê rêxistinên me yên Bajar-Navçe-Bajarok, bê ku li mezinbûna çalakiyan binêrin, çi çalakiyên dikarin pêk bînin li dar bixin." -
Yuksekdag: Eger em li ber xwe nedin, em ê di nav tarîtiyê de bifetisin!
Yuksekdag di civîna koma xwe ya li Amedê de axivî. Li hember polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê yên AKP’ê bertek nîşan da. Ji rayedarên hikûmetê re wiha got: “We li ser vê axê rewatiya xwe winda kiriye.” -
Gel û Koma HDP'ê ber bi Qada Şêx Saîd ve dimeşe
Welatiyên beşdarî civîna Koma HDP'ê bûn piştî ku civîn bi dawî bu ji bo şermezarkirina qedexeya navçeya Sûrê ber bi Qada Şêx Saîd ve dest bi meşê kirin. -
YDG-H li dijî êrîşan banga serferberiya topyekun kir
YDG-H destnîşan kir ku êrîşên hikûmeta AKP’ê ya faşîst ên li dijî qadên xwerêveberiyê ji 14’ê Kanûnê ve derbasî merheleyek nû bûye, li dijî êrîşên çeteyan ên topyekûn banga seferbertiya topyekun li tevahî ciwanên Kurdistanê kir. -
Endamê YCR’ê Egîd Hesekê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Endamê YCR’ê Egîd Hesekê, li Goristana Şehîd Dijwar hat definkirin. Di axaftinên merasîmê de, hevkariya AKP’e û DAIŞ’ê hat ziman, peyama “Em ê Şoreşa Rojava mezintir bikin. Şervanên Rojava jî zêdetir bikin” hat dayîn. -
Tîmên taybet li Sûrê 5 kes birîndar kirin
Tîmên taybet êrîşên xwe yên li Sûrê li derdora mizgefta Kûrşûnlû zêde dikin. Ji ber van êrîşan 5 kes birîndar bûn. -
Li hemberî qadên gerîla êrîşa bi obus û hawanan
Artêşa Tirk obus û hawan avêt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li qadên herî her wiha balafirên şer û keşfê geriyan. -
Artêşa Tirk li sînorê Rojava dîwar lê dike
Artêşa Tirk piştî xendekên li sînorê Rojava dikola, niha jî dest bi lêkirina dîwar kiriye.