BI DÎMEN

Xurmatûyî: Em naxwazin leşkerên Tirk li nava xaka me bin

Şêniyên Xurmatû diyar kirin ku hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bi ti awayî bi kêrî gelê Kurd nayê û destnîşan kirin, ku dewleta Tirk ne ji bo xatirê Kurdan hatiye.

Şêniyên Xurmatû diyar kirin ku hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bi ti awayî bi kêrî gelê Kurd nayê û destnîşan kirin, ku dewleta Tirk ne ji bo xatirê Kurdan hatiye. Xurmatûyan destnîşan kirin ku ew naxwazin leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hebin.

Kurdistaniyên li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê dijîn, li ser hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivîn.

'BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ RE EM DIKARIN KURDISTANÊ BIPARÊZIN'

Ahmed Mela Emîn diyar kir ku Kurd ji mêj ve kurmê dara xwe ne û destnîşan kir, ku bi anîna dewleke biyanî û dijminê Kurdan re Kurdistan nayê parastin, Kurdistan bi yekîtiya neteweyî dikare were parastin. Emîn got, "Em Kurd kurmê dara xwe ne. Em xwe weke rovî dibînin û dijminê xwe yê ku rovî ye, weke şêr dibînin. Em bivir timî li lingê xwe dixin. Adema me ev e. Çima leşkerên Tirk dixin nava xaka me? Çi karê wan li vir heye? Dewleta Tirk di tevahiya serdemên dîrokê de dijminatî li Kurdan kiriye. Bang li tevahiya partî û lîderên Kurdan dikim; bi berpirsyarî rabin û leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê biavêjin. Ji bo parastina xaka Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke biyanî û dewlete dijminê Kurd nîne. Pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye. Em bi hev re dikarin hebin. Ne bi rewşeke parçebûyî."

'EM NAXWAZIN LEŞKERÊN TIRK LI SER XAKA ME BIN'

Ezîz Kerîm Mihemed got, "Eger dewleta Tirk ewqasî dixwaze li hemberî DAIŞ'ê şer bike, bila beriya her tiştî sînorên xwe li çeteyên DAIŞ'ê bigire, destekê nede çeteyan" û ev xal destnîşan kir: "Anîna leşkerên Tirk a nava xaka Başûrê Kurdistanê me aciz dike. Eger dewleta Tirk ewqasî dixwaze li hemberî DAIŞ'ê şer bike, bila sînorê xwe biparêze. Çeteyên DAIŞ'ê sînorên wan bi kar tînin û tên li vê derê êrîş dikin, talan dikin. Pêwîstiya me bi wan nîne. Pêşmerge û PKK dikarin me biparêzin. Eger armanca dewleta Tirk parastina me be, mîna welatên din dikare bê û biçe. Lê em dizanin ku armanca dewleta Tirk a di vir de, ne parastina me ye. Ew dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Lewma em naxwazin wan li ser xaka xwe bibînin."

'GERÎLA Û PÊŞMERGEYÊN ME HENE KU ME DIPARÊZIN'

Zerok Kerîm destnîşan kir ku dewleta Tirk ti carî nebûye dostê gelê Kurd û da zanîn ku divê leşkerên Tirk bên vegerandin. Kerîm da xuyakirin ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi ti awayî bi kêrî berjewendiyên gelê Kurd nayê û got, "Ji ber ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê ji her alî ve zerarê dide gelê Kurd. Gerîla û pêşmergeyên me hene ku me diparêzin. Pêwîstiya me bi Tirk, Îran û hêza Heşd El Şebî nîne. Ji ber ku hatina wan ji bo gelê Kurd zerar e. Dixwazim bêjim ku ji ber hatina leşkerên Tirk em aciz in. Dewleta Tirk ti carî nebûye dostê gelê Kurd. Her tim ji bo berjewendiyên xwe, gelê Kurd bi kar aniye û dûre li naverastê hiştiye. Bang li serokê herêmê dikim; leşkerên Tirk çawa hatine, divê bi heman rengî vegerîne."

...