Komalên Ciwan: Divê berxwedan li metropolên Tirkiye belav bibin

Koordînasyona Komalên Ciwan, li hember êrîşên li dijî qadên xwerêveberiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona Komalên Ciwan, li hember êrîşên li dijî qadên xwerêveberiyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de belavkirina berxwedanê ya li metropolên Tirkiyeyê hat destnîşankirin, bal kişan ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku wê azadiya Ocalan bi serketina berxwedana xwerêveberiyan pêk were.

Koordînasyona Komalên Ciwan têkîldarî êrîşên li hember qadên xwerêveberiyê yên Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê li ciwanên Kurdistanê hate kirin û wiha hat gotin: “Berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakûrê Kurdistanê pêş dikeve, têkoşîna xweparastinê ya gel a li hemberî zilma dewletê ye. Di pêvajoyek wiha ya ku gelê Kurdistanê dest bi têkoşîna vejinê kiriye de dewlet her tim berê xwe dide gelê Kurdistanê û ciwanên wê. Ev jî çavkaniya xwe ji polîtîkayên zilmê digire. Di bingeha van polîtîkayan jî zîhniyeta bê şert serî tewandinê û teslîmiyetê heye. Dewlet van polîtîkayên xwe li hember qadên xwerêveberiyên ên Kurdistanê bi qedexeyên kolanan pêk tîne, qetlîamên xwe ji raya giştî ya cîhanê vedişêre, her roj bi dehan gelê sivîl înfaz dike.”

Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku divê berxwedan li her derê belav bibe, wiha domand: “Ji deh rojan zêdetir hem li Sûrê hem li Kerboranê hem jî li Nisêbînê qedexeyên kolanan didome. Berxwedana ku gel li hember van qedexeyan raber dike bê navber didome. Ev berxwedan êdî nîşan dide ku gel û ciwanên Kurdistanê mêtingeriya TC qebûl nake, dixwaze xwe bi xwe rê ve bibe. Bê gûman ev berxwedan wê mezin bibe û her biçe wê li her derê belav bibe. Berdêlê wê çi dibe bila bibe, wê ev berxwedan bidome. Nîşaneya vê ya herî vekirî jî sekna Şehîd Bîlal Erdogan û Şehîd Takettîn Oral a li hember êrîşan bêyî ku serî bitewînî bi awayekî fedayî raber kirine ye. Ciwanên Kurdistanê wê girêdana xwe ya bi vê seknê bi bidawîkirina mêtingeriya TC ya li Kurdistanê nîşan bidin.”

 ‘JI NIHA Û ŞÛN DE HER TIŞTÊ TÊKILDARÎ MÊTINGERIYÊ HEDEFA CIWANAN E’

“Ji niha û şûn de her tiştê têkîldarî mêtingeriyê hedefa ciwanan e. Mêtingerî wê hesabên van qetlîamana bi awayekî herî giran bide. Ji bo vê jî ji hemû ciwanên şoreşger, demokrat, welatparêz re banga me ew e ku tevahî amûrên xweparastinê bikar bînin, her cihî, her qadê, her kolanan lê ne û her taxê ji mêtingeran re bikin gor. Ev wezîfeya pêvajoyê ya ciwanên Kurdistanê ye. Teqez divê şer li cihên heyî neyê sînordarkirin, divê berxwedana ciwanan li her derê belav bibe. Bi taybet jî ciwanên li metropolên Tirkiyeyê dijîn wek berpirsiyartiya girêdana wan a bi welatên wan, gelê wan û Rêbertiya wan; divê bi awayekî aktîf tevlî vê berxwedanê bibin.”

“Divê tevahî raya giştî û gelê me yê welatparêz vê bizanibe ku, mêtingeriya TC di rojên dawî de li Cizîr û Silopiyayê amadekariyên êrîşên berfireh dike. Di kişandana memûr û xebatkaran de qetlîamek mezin a li hember tevahî gel heye. Em ji niha ve her kesî hişyar dikin, failê tevahî qetlîamên pêk werin, faşîzma AKP’ê ye. Divê li hember faşîzma AKP’ê, gelê me tedbîrên xwe yên parastinê bigire û ciwan jî di pozîsyona parastinê de bin. Bila faşîzma difikire ku wê xwerêveberiya gelê bitepisîne baş bizane ku wê ji têkçûnê pê ve ti tiştên din bi dest nexe.”

 ‘AZADIYA RÊBERTIYÊ JI MEZINKIRINA BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ DERBAS DIBE’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “divê ciwan her derê veguherînin qada xwerêveberiyê”, herî dawî banga mezinkirina berxwedanê hat kirin. Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Berxwedana xwerêveberiyê, berxwedana îradebûyina gelê Kurd e. Li ser bingehê polîtîkayên tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dixwazin vê berxwedana îradî bişkînin.

Tecrîda îro li Îmraliyê bi êrîşên li ser xwerêveberiyê Kurdistanê re heman tişt in. Eger azadiya gelê me azadiya Rêbertiya me be; azadiya Rêbertiya me ji mezinkirina berxwedana xwerêveberiyê derbas dibe. Pêwîst e armanca tevahî ciwanên Kurdistanê, azadkirina Rêbertiya me û mezinkirina berxwedana xwerêveberiyan be. Ji bo vê jî divê bi rûhê seferbertiyê tevlîbûna berxwedana xwerêveberiyan çêbibe û ciwan her derê veguherînin qada xwerêveberiyê. Roj roja xeta Mazlûm Doganan esas girtinê ye. Teslîmiyet dibe îxanetê, pasîfîzm dibe têkçûnê, berxwedan dibe serketinê. Ciwan wê pasîf nemînin û teslîm nebin. Ji bo serketinê em li ber xwe bidin, ji bo serketinê em şer bikin.”